Serokê PE Schûlz: Kiryarên Tirkiyeyê nayên qebûlkirin!

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş bi Serokê PE Schûlz re civiya. Di hevdîtinê de êrîşa dewletê ya li ser Cizîrê jî ket rojevê, Schûlz diyar kir ku piştgiriya hewldanên HDP’ê dikin, kiryarên AKP’ê nayên qebûlkirin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş îro li paytexta Belçîka Brukselê bi Serokê Parlamentoya Ewropa (PE) Martîn Schûlz re civiya. Schûz, heyeta ji Demîrtaş, Hevseroka KCD’ê Selma Irmak û Nûnerê Ewropa yê HDP’ê Farûk Dorû pêk dihat, li meqamê xwe yê li PE qebûl kir.

DEMÎRTAŞ: HEVDÎTINEK GIRÎNG BÛ

Hevdîtina ji çapemeniyê re girtî 30 deqeyan dewam kir. Piştre Demîrtaş pirsên xebatkarên çapemeniyê bersivandin, got hevdîtina bi Schûlz girîng bû. Demîrtaş wiha axivî:”Me bi Birêz Schûlz re nêrînên xwe yên têkiîldarî demokratîkkirina Tirkiyeyê û mafên mirovan parve kir. Li Cizîrê pêvajoyek pir lezgîn tê jiyîn. Dramek mirovî heye, binpêkirina mafên mirovan heye. Niha 28 birîndaran xwe avêtine bodrûmeke li Cizîrê. Em nikarin wan wergirin. Em nikarin ambûlansan bişînin. Me ev mijar bi Serokê PE re parve kir.” 

 SCHÛLZ: BI VÊ HEVDÎTINA ME SÎNYAL DAN TIRKIYEYÊ

Têkîldarî naveroka hevdîtina ji çapemeniyê re girtî Nûnerê Ewropa yê HDP’ê Eyup Dorû agahî dan ANF’ê, ragihand ku Schûlz bûyerên li Tirkiye û Kurdistanê bi fikar dişopîne. Dorû ev axaftina Serokê PE Schûlz parve kir: “Sedemek din a hevdîtina me jî sînyaldayina Tirkiyeyê ye. Ev hevdîtin tê wateya em bi we re piştgiriya siyasî dikin. Piştî vê hevdîtinê ez ê daxuyaniyekê bidim. Divê zextên heyî bên sekinandin. Bi çekan ve pirsgirêkên Kurd çareser nabin. Metodên niha ji bo Yekîtiya Ewropa nayê qebûlkirin. Pirsgirêka Kurd tenê bi rêbazên siyasî ve dikare bê çareserkirin. Ji ber vê jî divê demildest li pêvajoya aştiyê vegerîn çêbibe. Em ji HDP’ê re vekirîne, piştgiriya xebatên wê yên aştiyê dikim.”

Schûlz têkîldarî mijara penaberan a di navbera endamên Yekîtiya Ewropa û Tirkiye de axivî, got ev hevpeymana dewletên Ewropa gelekî bi fikar e.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş piştre derbasî civîna Koma Sosyalîst Demokratîk a PE bû, agahî da parlamenterên li vir.

...