Ji birîndaran agahî nayên girtin, ambûlans li derveyî taxê tên rawestandin

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz got bi 23 kesên li Cizîrê di êrîşan de birîndar bûne ev 5 saet in têkîlî qut bûne, diyar kir ku ambûlans û wesayîta cenazeyan hê li derveyî taxê tên rawestandin.

23 birîndarên li qata bodrûmê ya avahiyek li Taxa Cûdî ya Cizîrê ev 5 roj in li benda ambûlansê ne. Bi birîndaran re ev 5 saet in têkîlî qût in, Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz li ser hesabê xwe yê Twîtterê da xuyakirin ku ambûlan û wesayîta cenaze ya ji bo birîndaran hatine şandin hê li derveyî taxê tên rawestandin. Sariyildiz wiha got: “Ev 5 saet in wesayîtên zirxî xwe dane ber deriyê bodrûmê. Piştî wê saetê ji birîndaran agahî nayên girtin.””

Walîtiya Şirnexê destûr neda ku ambûlansa serwîsa lezgîn a 112 bikeve Taxa Cûdiyê, li ser vê danê sibehê ambûlansek û wesayîtek cenaze ya Şaredariya Cizîrê ji bo bikeve taxê ket rê, lê beriya bigihêje taxê li qereqola li Taxa Konakê pêşî lê girtibû û biribûn qereqolê. Avahiya ku birîndar lê ne jî ji aliyê wesayîtên zirxî hatibûn dorpêçkirin û anonsên “teslîm bibin” ji birîndaran re dihatin kirin.