Însiyatîfa Ciwanên Apoyî: Qatil Erdogan û çeteyên wî wê hesab bidin gelê Kurd
Însiyatîfa Ciwanên Apoyî bang li hemû ciwanan kir ku biherikin Sûrê û wiha got: “Qatil Erdogan û çeteyên wî, wê hesab bidin gelê Kurd.”
Însiyatîfa Ciwanên Apoyî bang li hemû ciwanan kir ku biherikin Sûrê û wiha got: “Qatil Erdogan û çeteyên wî, wê hesab bidin gelê Kurd.”
Însiyatîfê di daxuyaniya weşand de diyar kir ku divê ciwan ji her heremê biherikin Sûrê û wiha berdewam kir: “Bend û xendek jiyana azad in. Ji bo jiyanak azad, ji bo dawîanîna qetlîamên li Cizîr û Sûrê bikevin nava tevgerê. Bendekê tu jî ava bike. Bila baş were zanîn ku mekanê me yê xweparastin û xwerêveberiyê bend û xendekên me ne. Êdî demê gotinê dawî bûye û pêvajoya îsyanê destpê kiriye. Niha demê tolhildanê ye. Hê di rojên destpêkê û roja îro bi sedan ciwanên Amedê cihê xwe li Sûrê li pişt bend û xendekan girtin. Divê her cihê Amedê bibe Kobanê û Sûr. Yên ku dibêjin ez Amedî me, ez birûmet im, ez Kurd im her kes cihê xwe li Sûrê bigire.”
Însiyatîfê bang li hemû gelê Amedê kir ku werin Sûr, Lalebey û Alîpaşa û weke ciwanên Apoyî êrîşên li hember gelê Kurd bi sed qatî bibersivînin. Însiyatîfê wiha got: “Em ê teqez tola zarokên Kurd ên hatin qetilkirin, dayik û gelê xwe hildin. Qatil Erdogan û çeteyên wî, wê hesab bidin gelê Kurd.” Di daxuyaniyê de banga seferberiyê hat kirin.