Li Cizîrê operasyona wehşetê: Agahî ji 23 birîndaran nayê girtin

Ji 23 birîndarên li avahiyeke li taxa Cûdî ya Cizîrê asê mane, ku ev 5 roj in li benda çûyîna nexweşxaneyê ne, ji duh êvarê ve agahî ji wan nayê girtin. Hînê ambûlans negihaştiye birîndaran.

Ji 23 birîndarên li avahiyeke li taxa Cûdî ya Cizîrê asê mane, ku ev 5 roj in li benda çûyîna nexweşxaneyê ne, ji duh êvarê ve agahî ji wan nayê girtin. Hînê ambûlans negihaştiye birîndaran.

Piştî ku Walîtiya Şirnexê nehişt ambûlansên servîsa lezgîn 112 biçin taxa Cûdî, duh danê sibehê ambûlansek û wesayîteke cenaze ya Şaredariya Cizîrê ji bo rakirina birîndaran û cenazeyan ketibûn ser rê, lê belê nikarîbûn xwe bigihînin taxê û ji aliyê qereqola li taxa Konakê ve pêşî li wan ahtibû girtin. Herî dawî maşînên zirxî dor li avahiya birîndar tê de ne girtibûn û anonsa 'teslîm bibin' li birîndaran hatibû kirin.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysa Sariyildiz duh êvarê da xuyakirin ku ambûlans û wesayîta cenaze hînê li derveyî taxê tên sekinandin û got, "Maşînên zirxî li ber deriyê bodrûmê bi cih bûn. Di ser vê yekê re 5 saet derbas bû. Ji hingî ve agahî ji birîndaran nayê girtin."