Li Sûrê dengê çek û teqînan bilind dibe
Li taxên Alîpaşa û Lalebey ên Sûrê ku îro hatin qedexekirin, dengê çek û teqînan bilind dibe.
Li taxên Alîpaşa û Lalebey ên Sûrê ku îro hatin qedexekirin, dengê çek û teqînan bilind dibe.
Li navçeya Sûr a Amedê, li 6 taxan li hemberî dorpêça mirinê berxwedana dîrokî 57 rojan li dû xwe hişt û hêzên dewletê yên li ber berxwedana gel neçar man vê carê jî li taxên Alîbey, Lalebey, Abdaldede, Ziya Gokalp, Suleyman Nazîf û Kolana Melîkahmet qedexe îlan kirin.
Piştî qedexeya îro, li taxên Alîpaşa û Lalebeyê dengê çek û teqînan bilind dibe.
Li Sûrê li hemberî êrîşên hêzên dewletê berxwedana hêzên YPS'ê jî didome.