AYM wext ji bo operasyonan dide qezençkirin
AYM’ê serlêdanên parêzeran a ji bo birîndarên li Cizîrê asê mane têr nedît, agahî ji Qeymeqamê Cizîrê xwest.
AYM’ê serlêdanên parêzeran a ji bo birîndarên li Cizîrê asê mane têr nedît, agahî ji Qeymeqamê Cizîrê xwest.
Ji parêzerên Komaleya Hiqûqnasên Azad (OHD) Nûray Ozdogan û Ozgur Erol, Hevseroka Komaleya Hiqûqnasan a Mezopotamya (MHD) Gulşen Ozbek saetên sibehê ji bo birîndarên hê li Cizîrê di bin êrîşan de ne û ji bo gihiştina ekîbên tendirûstiyê serî li Dadgeha Makezagonê (AYM) dabûn. AYM, di saetên danê nîvroyê de ji parêzeran daxwazek skandal kir, agahiyên nasnameyên kesên birîndar ên asê mane xwest.
Di encama hewldana parêzeran de AYM vê carê jî têkildarî bûyerên li Cizîrê tê jiyîn ên parêzeran têr nedît, ji Qeymeqamê Cizîrê agahî xwest. Tê payîn ku dadgeh li gorî agahiyên ku Qeymeqamê Cizîrê bide biryara xwe aşkera bike.
Bi rojan e ku birîndar di bodrûma malek li Cizîrê de asê mane, saetên sibehê Nûsret Bayar jî jiyana xwe ji dest da.
Ambûlansên ku xwestin biçin 24 birîndaran rakin jî, ji aliyê hêzên dewletê ve li pêşiya qereqolê dan rawestandin. Êrîşên hêzên dewleta Tirk hê jî didomin.