BI DÎMEN

Kurdan ji NY bang kirin: Em destûra Lozana Duyem nadin!

Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya NY di roja 3. de bi mîtîngekê bi dawî bû, di tevahî rojê ji ber nevexwendina PYD’ê ya Cenevre-3 bertekên mezin hatin nîşandan.

Di çalakiyê de li dijî bêdengiya NY a li hember qetlîamên dewleta Tirk hêrsek mezin hat ziman de wiha peyam hat dayin: “Kurd êdî ne Kurdên berê ne, em ê destûra Lozanek duyem nedin.”

Çalakiya rûniştinê a li pêşiya NY a 25’ê Çileyê destpê kir û bi daxwaza li hember polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk bi armanca NY bikeve nav liv û tevgerê pêk hat, bi mîtîngekê bi dawî bû.

Di tevahî rojê de li hember dewleta Tirk, AKP û Serokkomarê Tirk Erdogan hêrsek mezin hat ziman, ji bo berxwedana li Bakurê Kurdistanê jî bigihêje serketinê pêwîstiya Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropa li qadan bin hat destnîşankirin.
Çalakvanan li hember nevexwendina PYD’ê û aliyê Kurd a Cenevre-3 bertek nîşan dan, bi dirûşmeyên di tevahî rojê de peyama; “Kurd êdî ne Kurdên berê ne, em ê destûra Lozanek duyem nedin” dan. 

Piştî çalakiya rûniştinê ya 3 rojan, mîtîng hat lidarxistin. Di mîtîngê de li ser navê TJK-E Songul Omurcan axivî, bal kişand ser bûyerên li Cizîr û Sûrê, di serî de jin xwest her kesên ku li Ewropa dijîn çalakiyên xwe zêdetir bikin.

OMURCAN: DIVÊ HER DER BIBE QADA ÇALAKIYÊ

Omurcan got ji ber têkîliyên berjewendiyên navneteweyî mudaxeleyî Tirkiyeyê nakin, wiha dom kir: “Hêza ku karibe polîtîkayên qetlîama li Kurdistanê bişkîne Kurdistanî bi xwe ne. Divê her der bibe qada çalakiyê. Heta îro çalakiyan qasî tê xwestin bandor ava nekir, ji van kêmahiyên em tê de divê em çalakiyên hê xurttir pêşbixin.

Omurcan wiha bang li NY kir: “Heta hûn bêdeng bimînin em ê şer û qetlîamên li Kurdistanê bînin ziman.”

OSMAN: HÛN TINE BIHESIBÎNIN JÎ EM Ê BI BERXWEDANÊ BIDOMÎNIN

Piştî Omurcan mafê axaftin Hevseroka KCD-E Dilşah Osman wergirt, nevexwendina PYD’ê ji bo Cenevre-3 bi zimanekî tund rexne kir, wiha axivî: “Kurd îro êdî hêza herî mezin a Rojhilata Navîn in. Bi tinehesibandina vê hêzê ve hûn ê nikaribin ti çareseriyê li Sûriyeyê pêş bixin. Kurdan înkarek bi sedan salan ji zû ve vala derxistine. Hûn bêdeng bimînin jî hûn vê rastiyê qebûl nekin jî Kurd wê êdî destûrê nedin Lozanek duyemîn. Em ê li her derê bi gelê xwe re li ber xwe bidin, bi ser bikevin.”

Piştî axaftinan, mîtîng bi dirûşmeyan bi dawî bû.

...