Balafirên şer ên Tirk bombe li Garê û Zapê barandin

Balafirên şer ên Tirk danê vê sibehê saet di 04:00 de bombe li herêmên Garê û Zapê barandin.

Êrîşên hewayî yên artêşa Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.

Balafirên şer ên Tirk danê vê sibehê saet di 04:00 de bombe li herêmên Garê û Zapê barandin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, gelek balafirên şer saet di 04:00 de êrîşî herêmên Garê û Zapê kirin. Li ser encamên êrîşan agahiyeke zelal bi dest neket.

Balafirên şer ên Tirk duh jî êrîşî herêma Qendîlê kiribûn.