Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Heysem Menna ji nûnerê Taybet ê NY ê Sûriyeyê Staffan de Mîstûre re ragihadin ku tevlî hevdîtina Cenevre-3 a ku Hevserokê PYD’ê Salîh Mûslim û Hevseroka din a Meclisê Îlham Ehmed nehatine dawetkirin nabe.
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ji beriya niha ragihand ku eger PYD neyê dawetkirin, ew ê jî beşdarî hevdîtina Cenevreyê nebin.
HEYETA DYA Û PYD HEVDÎTIN PÊK ANÎN
Piştî dawetiye ji Muslîm û Ahmed re ji bo hevdîtina Cenevreyê nehat, heyeta DYA bi PYD’yiyan re civiya. Nêzîkatiya heyeta DYA ya ku xwestin neheqiya li Kurdan hatiye kirin veşêre, ji aliyê PYD’yiyan ve nehat pejirandin.
Heyeta Rûsya jî daxwaz kir ku li gel PYD’yiyan hevdîtinê pêk bînin û hat ragihadin ku di van saetan de hevdîtin wê pêk were.
Hêzên Kurd, helwesta DYA û YE ya ku Kurdên Rojava weke mutefîkên xwe yên şer dîtinê rexne kirin. Kurdan, diyar kirin ku dema mijar dikeve rewşa statuya siyasî DYA û YE helwestên pêwîst nîşan nadin.
Heyeta Rojava weke mînaka vê mijarê hevdîtina fermandara YPJ’ê Nesrîn Abdullah û Îman Dervîş a li Konseya YE ya Strasboûrgê dewam dike nîşan da.