Ciwanên ji bo Sûrê barîkat danîn
Ciwanên navçeya Rezan a Amedê ji bo piştgiriya berxwedana gelê Sûrê li gelek sikakan barîkat danîn.
Ciwanên navçeya Rezan a Amedê ji bo piştgiriya berxwedana gelê Sûrê li gelek sikakan barîkat danîn.
Ciwanên navçeya Rezan a Amedê ji bo piştgiriya berxwedana gelê Sûrê li gelek sikakan barîkat danîn.
Li navçeya Sûrê ya Amedê li hemberî hêzên şer ên dewletê berxwedana gel a bêhempa 57 rojan li dûv xwe hişt. Ciwanên navçeya Rezan a Amedê jî ji bo piştgiriya berxwedana gel li gelek sikakan barîkat danîn. Di saetên êvarî de çalakiyên ku li ser Kolana Sentoyê destpê kir di nav saetêkê de li taxên Mevlana Halît, Şêx Şamîl, Muradiye, Fatîh û Korhatê belav bû. Di çalakiyan de dirûşmên "Em Ê Li Ber Xwe Bidin û Bi Ser Kevin" û "Bijî Berxwedana YPS'ê" hate berzkirin û jin jî bi çepik û tilîliyan piştgiriya çalakiyan kirin.
Li gelek taxan çalakî di nav sikakan de dewam dike.