IPB xelata aştiyê da Ocalan

Di Konferansa Kurd a Navneteweyî ya li PE didome de, Buroya Aştiyê ya Navneteweyî xelata aştiyê da Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Di 12. Konferansa Kurd a Navneteweyî ya li Parlamentoya Ewropa dewam dikir de, ya Buroya Aştiyê ya Navneteweyî xelata aştiyê da Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Her wiha li bajarê Palermo ya Îtalyayê jî bo Ocalan û gelê Kurd welatiyên rûmetî hat dayîn. Xelat û belge ji aliyê xwarziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan ve hat girtin.

Nûnera Buroya Aştiya Navneteweyî Dr. Marîa Gûîseppîna Indelîcato beriya xelatê bide axaftinek kir.

Indelîcato, xwest bi Îtalyanî, Ingîlîzî û Kurdî bêje ‘Rojbaş’, wiha dewam kir: “Ez dixwazim xelatê bidim Rêberekî ku li Rojhilat û herêmên din tê nasîn. Ocalan rexmê ku girtiye jî peyaman dide gelê xwe. Di bîranîna salvegera Qetlîama Helebçeyê de çûm Kurdistanê, welatekî pir xweş e.”

DIVÊ JI BO AZADIYA OCALAN YE BIKEVE NAVA HEWLDANAN

“Ocalan ev17 sal in di girtîgehê de ye, şert û mercên girtîgeha lê jî pir giran e, malbata xwe nabîne, bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk nayne. Dewleta Tirk li hember girtiyên zindana Îmraliyê polîtîkayên zextê bi awayek pir giran didomîne. Em jî ji rewşa heyî metirsîdarin. Divê em jî bikevin nava hewldanên ji bo parêzer bikarin bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, mudaxelekirina CPT, ji bo azadiya Ocalan serî li Yekîtiya Ewropa bidin. Her wiha kampanyaya îmzryan me lidar xist û bi hezaran kes azadiya Ocalan dixwazin.” Indelîcato diyar kir ku hedefa Ocalan xweseriya demokratîk e û wiha anî ziman: “Nelson Mandela li dijî rejîma Apartheîd têkoşîn meşand, Ocalan jî ji bo azadiya gelê xwe têkoşînê dimeşîne.”

Indelîcato piştî axaftina xwe xelata aştiyê ya ku bide Ocalan, radestî Parlementera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan kir.

JI ŞAREDARIYA PALERMOYÊ JI BO OCALAN BELGEYA WELATIYÊ RÛMETÎ

Şaredariya Palermo jî ji bo Ocalan belgeya welatiyê rûmetî da. Parlamenterê berê li ser nûneriya şaredariya Palermo Gûîsto Cantanîa wiha got: “ Bajarê Palermo ji ber erdnîgariya xwe ne bajarekî ku mijara aştiyê ji bîr bike ye.”
Cantanîa diyar kir ku li Akdenîzê bajarê Parlermoyê aştiyê diparêze û wiha got: “Statuya welatîbûna rûmetê ji bo Gelê Kurd û gelê Fîlîstîn hatiye dayîn. Em weke şertên Palermo dixwazin belgeyekê amade bikin. Mirov li vir yan jî cihekî din tercîha jidayîkbûna xwe nake, lê dikare cihê ku lê bijî hilbijêre. Destûrdayîna ku li Ewropa bicihbibin jî şêwazekî yê kolekirinê ye. Li dijî vê Palermo mafê welatiyên rûmetê dide gelê Kurd. Ji ber vê welatiyê rûmetî didin Ocalan û gelê Kurd. 
Di 14’ê Kanûnê de dema me belge da parêzerên Ocalan, ji ber berpirsiyariyek zelal em deyndarên Ocalan in. Di sala 1999’an de tiştên pêwîst me nekir. Li dijî Makezagona Îtalyayê bû. Me welatîbûn neda Ocalan, ev welatîbûna rûmetî, mafeke ku wê demê ji aliyê hikûmetê ve nehat dayîn, tê wê wateyê ku me ev maf dayiyê.”

Piştî axaftina Cantanîa Dîlek Ocalan belgeya welatiyê rûmetî ya Ocalan girt.

...