Li Swîsreyê li pêşiya şaredariyê çalakiya bêîtîatiya sivîl

Kurdistaniyên ku avahiya Şaredariya bajarê Orebra yê Swîsreyê dagir kirin, daxwaza li hember qetlîamên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê bêdeng nemînin ji hikûmeta Swîsreyê kir.

Çalakiyên piştgiriyê yên Kurdistaniyên li Ewropa dijîn ên bi berxwedana xwerêveberiya Bakurê Kurdistanê re didomin. Kurdistaniyên li bajarê Orebro yê Siwîsreyê dijîn, ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk ê li ser Bakurê Kurdistanê, piştgirîdayîna berxwedana Cizîr, Sûr û Silopiyayê li pêşiya avahiya şaredariyê çalakiya bêîtîatiya sivîl li dar xist.

Kurdistaniyên avahiya şaredariyê dagir kirin, dowîz û pankartên ku dewleta Tirk protesto dikin vekirin. Wêneyên qetlîamên dewleta Tirk kirine hilgirtin. Kurdistaniyan daxwaza bi endamên meclîs û serokê şaredariyê re bicivin kirin û li pêşiya avahiyê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên ku êrîşên dewleta Tirk protesto dikin qîr kirin. Çalakvanan piştî hevdîtin bi rêveberên şaredariyê re pêk anîn çalakiya xwe bi dawî kirin.