Li Colemêrg û Bazîdê 4 kes hatin girtin
Li Colemêrg û Bazîdê 4 kesên ji aliyê polîsên Tirk ve hatin binçavkirin hatin girtin.
Li Colemêrg û Bazîdê 4 kesên ji aliyê polîsên Tirk ve hatin binçavkirin hatin girtin.
Farûk Aksaç ê li Colemêrgê hat binçavkirin û Yavûz Aksaç ê ku ji bo agahiyê ji birayê xwe bigire çibû emniyetê bi îdîaya “Endamê rêxistinê û alîkariyê didê” hatin girtin.
Di serdegirtina malan a li ser dikana li Taxa Bîçer a Colemêrgê rêvereberê berê yê DBP’ê yê bajar Farûk Aksaç û birayê wî yê ku ji bo agahiyê têkildarî birayê xwe bigire çû emniyetê, bi hinceta ku li serokê berê yê navenda DBP’ê yê navçeyê Yavûz Aksaç digerin hat binçavkirin.
Piştî karûbarên li emniyetê, birayên Aksaç sewqî dozgeriyê hat kirin, bi îdîaya “Endamên rêxistinê û alîkariyê didinê” hatin girtin, şandin Girtigeha Colemêrgê.
BAZÎD
Li navçeya Bazîd a Agiriyê ji 4 kesên saetên danê sibehê binçavkirin 2 kes hatin girtin.
Di serdegitina hemwext a di seatên sibehê ya li navçeya Bazîd a Agiriyê de, Fatma Cîgerdaş û Alî Çakan piştî karûbarên li Emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji aliyê dozger ve îfadeya Cîgerdaş û Çakan hat girtin, bi îdîaya “Endamên rêxistinê ne”bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Agiriyê hat kirin û hatin girtin. Cîgerdaş û Çakan şandin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa M.
Li aliyê din di heman operasyonê de Îlhan Ozdemîr û Bulent Guven jî hatibûn binçavkirin, demê binçavkirina wan hat dirêjkirin, tê payîn ku sibehê sewqî edliyeyê bikin.