Mala taziyeyê ya ji bo şervanê HPG’ê Serhat Ayaz (Yûsûf Demhat) ê 4’ê Hezîrana 2014’an li qada Kelareş a Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da, bi girseyî hat ziyaretkirin.
Girseya piştî di ketina taxê de kom bû bi Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê, nûnerên MEYA-DER, Cîgirê Hevserokê DBP’ê yê Wanê Munîr Aras, rêveberên DBP-HDP’ê yên bajar û navçeyan, Hevşaredara Mehmûdî Zîlan Aldatmaz, Cîgira Hevşaredara Qerqeliyê Elîf Yîgît re bi girseyî meşiya konê taziyeyê.
Di meşê de dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo”, “PKK’e Gel E Gel Li Vir E” hatin qîrkirin, wêneyên Serhat Ayaz, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên gerîlayên HPG’ê û şervanên YPG’ê hatin rakirin.
‘DIVÊ EM DI HER PLATFORMÊ DE DENGÊ XWE BILIND BIKIN’
Piştî rêzgirtina ji bo yên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, Hevseroka MEYA-DER’ê Nerîman Ûrar axivî, wiha got: “Qesr bêyî îradeya ti gelan nas bike, hewl dide bi qetlîaman siltaya xwe xurttir bike. Li gelek bajarên Kurdistanê bi têkoşînê re gelek trajediyên mirovahiyê jî hene. Li dijî qetlîaman, divê em dengê xwe, bertekên xwe bi awayekî xurt bînin ziman.”
ARAS: RÊBAZÊN ŞER ÊN DEWLETÊ ÎFLAS KIRIYE
Cîgirê Hevserokê DBP’ê yê Wanê Munîr Aras jî got Têkoşîna Azadiya Kurd wê ji gelên Rojhilata Navîn re aştî û azadiyê bîne, tevahî rêbazên şer li Kurdistanê îflas kirine.
AYAZ: EM LI PEY SOZA XWE NE
Li ser navê malbatê Endamê Meclîsa Şaredariya Qerqeliyê Dundar Ayaz jî wiha got: “Em heta dawiyê li pey soza xwe ya me dayî Mazlûm Dogan in. Di qetlîamên bi dest dewletê li Kurdistanê pêk tên de welatiyên sivîl tên hedefgirtin û divê ev qetlîam demildest bên bidawîkirin.”
Piştî axaftinan, girse derbasî mala taziyeyê bû, sersaxiyên xwe anîn ziman.