3 wekîlên HDP’yî li Wezareta Karê Hindir dest bi gireva birçîbûnê kirin

Serokê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken, parlementera HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Parelmenterê HDP’ê Osman Baydemîr, li Wezareta Karê Hindir dest bi gireva birçîbûnê kirin.

Serokê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken, parlementera HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Parelmenterê HDP’ê Osman Baydemîr, li Wezareta Karê Hindir dest bi gireva birçîbûnê kirin.

Li gel hemû hewldanan û sozê Wezareta Karên Hundir, 23 birîndar û 5 cenazeyên ku li Taxa Cudî ya Cizîrê di malekê de ne nehatin girtin û hemû birîndar bi komkujiyê re rû bi rû ne. Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken, Parlamenterên HDP'ê Meral Daiş Beştaş û Osman Baydemîr ên ku ji bo çareserkirina rewşa birîndaran bi Alîkarê Wezîrê Karên Hundir Sebahattîn Ozturk re hevdîtin kiribûn, ji ber ku birîndarên li Cizîrê bi ambulansan nehatin girtin, li avahiya Wezareta Karên Hundir dest bi çalakiya greva birçîbînê kirin. 

Hate diyarkirin ku heya ewlehiya can a birîndaran pêk were û birîndar rakin nexweşxaneyê dê çalakî berdewam bike.