Agahî ji 23 birîndarên li Cizîrê nayê girtin

Ji 23 birîndarên ku bi rojan e li bodrûma avahiyek li Cizîrê tê bomberdûmankirinin, agahî nayê girtin.

Ji 28 birîndaran ku bi rojan e li qatê bodrûma avahiyek li Cizîrê rastî êrîşan tên û tevî hemû hewldanan destûra rakirina nexweşxaneyê nayê dayîn, 5’an jiyana xwe ji dest dan, 23 birîndar jî di bin xeteriya qetlîamê de ne.

Ev nêzî 2 saetan e ji birîndaran agahî nayê girtin.

Parlamenterê Şirnexê Faysal Sariyildiz got li şûna ambûlansê ji birîndaran re tank û top şandine, wiha axivî: “Ti birîndarên anîne nexweşxaneyê tineye û em hê jî ji birîndaran ti agahiyan nagirin.”