Li Farqînê polîsên Tirk bend danîn!
Li Farqînê polîsên Tirk, hemû rêyên diçin Amîriya Buroya Asayîşê bi benda girtin.
Li Farqînê polîsên Tirk, hemû rêyên diçin Amîriya Buroya Asayîşê bi benda girtin.
Li ser hemû rêyên diçin Amîriya Buroya Asayîşê ya li ser rêya Gazî ya Taxa Selahattîn a navçeya Farqîna Amedê ji aliyê polîsên Tirk ve bi bendan hatine girtin, ji derbasbûna sivîlan re rê hatine girtin. Hemû rêyên diçin amîriyê û Taxên Selahattîn û Bahçelîevler jî bi bendan hatine girtin, li ser rê her tim wesayîtên zixî tên û diçin. Hat ragihandin ku tîmên taybet sewqî pêşiya avahiya Amîriyê tên kirin.
Li hinek kafeteryayên li ser rê û kolanên bajar dest bi kontrolkirina nasnameyan jî hatiye kirin.