Li Ewropayê çalakiyên edaletê dewam dikin

Ji bo sê jinên şoreşger ên di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, vê hefteyê jî çalakiyên nobedê hatin lidarxistin.

Ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, mîna her Çarşemê vê hefteyê jî li pêş nûnertiyên Fransayê yên li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê, nobeda "edalet û ronahiyê" vê hefteyê bi pêşengiya Tevgera Jinê ya Kurd li ber avahiya Parlamenta Fransayê pêk hat. Di çalakiyê de Kurdistaniyên di greva birçîbûnê de ne û nûnerên gelê Tamîlê amade bûn.

Saet di 15:00 de nûnerên gelê Tamîl, bavê Fîdan Dogan Hasan Dogan, Komîsyona Malbatên Şehîdan û jinên Kurd, li ber pankarta bi nivîsa "dawî li bêdengiyê bînin" a ji wêneyên şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, deqeyek rêz girtin.

Hasan Dogan di axaftina xwe ya li vir de got, "Em ketine sala çaremîn, lê hikûmeta Fransayê hînê agahiyeke zelal û têrker nedaye aliyê me. Lewma edaleta li Fransayê bi tenê ji bo Fransiyan derbas dibe. Ji bo Kurdan derbas nabe."

Ji nûnerên gelê Tamîlê Thîro jî got, "Ji bo ronîkirina komkujiyên li Parîsê em ê çalakiyên xwe bidomînin. Em ji tiştên bi serê gelê me hatine baş dizanin bê li Kurdistanê û li Parîsê Kurdan çi êş kişandine û dikişîne."

Tamîlî jî li Parîsê du caran rastî êrîşê hatibûn. Di sala 1996'an de du nûnerên Tamîlê li Parîsê hatibûn kuştin. Di 8'ê Mijdara 2012'an de jî Berprisyarê Gelê Tamîlê li Fransayê Mathînthîron Naadarajah dema ji buroya xwe ya li Fransayê derket, hatibû qetilkirin.

Çalakî piştî xwendina belavokê bi dawî bû.

DUSSELDORF

Çalakiya edaletê ya vê hefteyê ya li ber Konsolosxaneya Fransayê ya Dusseldorfê, ji aliyê Meclîsa Jinê ya Essenê ve hat organîzekirin. Di çalakiyê de posterên sê jinên şoreşger hatin hilgirtin û hat xwestin, ku berpirsyarên li pişt komkujiyê bên aşkerekirin.

Piştî çalakiyê avahiyên partiyên SPD û CDU hatin ziyaretkirin û li ser qewimînên li Kurdistanê dosya hat pêşkêşkirin, ji rayedaran hat xwestin bêdeng nemînin.

MUNCHEN

Li bajarê Elmanya Munchenê jî, ji bo her sê jinên şoreşger ên Kurd mîna her Çarşemê li ber avahiya Konsolosxaneya Fransayê çalakî hebû. Çalakî bi dirûşma "Bêdengiya we ji ber hevpariya we ye" hat lidarxistin û belavokek bi zimanê Elmanî hat xwendin. Komuna Jinên Kurd a Sara û Ciwanên Azad çalakî organîze kirin. Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.

...