BI DÎMEN

Fermandarê YPS'ê Bagok: Em ê çeteyên faşîst têk bibin

Ji fermandarên YPS'ê yên li navçeya Mêrdîn Nisêbînê Denîz Bagok diyar kir, divê civaka Kurd xwedî li qadên xwerêveberiyê derkevin û destnîşan kir, ew ê çeteyên faşîst ên li Kurdistanê têk bibin.

YPS/YPS-Jin ên bi ragihandina xwerêveberiyan re li Bakurê Kurdistanê ji aliyê Meclîsên Gel ve hatin avakirin, bala tevahiya cîhanê kişandin ser xwe. Ji Fermandarên YPS Nisêbîn Denîz Bagok, ji ANF'ê re qada sedema pêwîstiya bi vê rêxistinbûyînê kir.

Bagok bibîr xist, beriya niha YDG-H hebû û anî ziman, ku ev yek bi pêşengiya ciwanan dimeşiya. Fermandar Bagok got, "YPS li hemberî êrîşên dijmin ên li dijî ciwanên me yên gelê xwe diparastin, ava bû. YPG niha ji bo parastina gel, tax û kolanên xwe, bi awayekî aktîf dixebite."

Bagok ragihand, sîstema heyî ya niha li Rojhilata Navîn bi şer li ser civakê tê ferzkirin, sîstemeke êdî gel bi rê ve bibe nîne û ev nirxandin kir: "Mîna ku Rêberê Gelê Kurd jî dibêje; Dibe ku li Rojhilata Navîn bihara gelan derkeve holê û vê biharê bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re destpê kir. Di nava vî agirê îro tevahiya Rojhilata Navîn dişewitîne de Kurdan li erdnîgariya xwe mizgîniya biharê dan. Xuya ye ji tevahiya cîhanê re hatiye îspat kirin, yekane rêza rizgariya ji vê rewşa kaosê, sîstema gelê Kurd îro dixwaze pêk bîne ye. Li Rojava û Bakurê Kurdistanê gelan nîşan dan ku xweseriya xwe çawa ava bikin, bi rêxistin bikin, xwe azad bikin û li ser vê bingehê li ber xwe bidin. Lewma di rewşa heyî de, hemû plan û komployên dewletê, ku jê heye dikare careke din bi derewa biratiyê Kurdan bixapîne, hemû pûç bûne. Bi êrîşên dawî yên hovane yên li dijî gelê Kurd re, derket holê dewleta Tirk bi mejiyê mêtîngeriyê nêzî Kurd û Kurdistanê dibe. Hîmên bingehîn ên dewleta Tirk li ser koledariya Kurdan hatiye avakirin. Lewma Kurd bêyî ji kesî tiştekî hêvî bike, divê li qada parastin, rêxistinbûyîn û jiyanê çi ji dest tê bike. Girîng e ev pêvajo bi tenê ji ciwanên Kurd re neyê hiştin. Hewce ye tevahiya civaka Kurd xwedî li qadên xwerêveberiyê derkeve."

'GELÊ KURD ÊDÎ DIZANE; BERXWEDAN NEBE JIYANA AZAD JÎ NÎNE'

Fermandarê YPS'ê Bagok bibîr xist, mîna Komkujiya Dêrsimê gelek komkujî bi serê Kurdan de hat û di her komkujiyê de bi rêbazeke cuda ya berxwedanê re li dijî dewleta Tirk sekinî. Bagok her ferdên YPS'ê niha li tax, li kolana xwe hatiye wezîfedarkirin. Niha ne tenê ciwan hene. Hinek ji endamên me zewicîne û zarokên wan hene. Hin kolan ji aliyê bav-keç an jî bav-kur ve tê parastin. Gotina 'yên li pişt xendekan ji derve hatine' ya dewleta Tirk sefsete ye. Ji ber ku vî gelî ders ji dîroka xwe derxistiye û li ber xwe dide. Hişmendiya gelê Kurd dizane ku bêyî berxwedanê jiyaneke azad bi dest nakeve."

Der barê gefa "Em ê wan di xendekan de defn bikin" a dewleta Tirk de Fermandarê YPS Nisêbînê Denîz Bagok ev nirxandin kir:

"Ev gef jî sefsete ye. Wê çawa gelekî bi temamî tine bikin? YPS kî ye? Ma ne ev gel e? Gelê me ti carî tine nabe, lê siyaseta van wê li pêşberî berxwedana bi rûmet a gel tarûmar bibe. Bila gumana kesî nebe; gelê me wê vê carê hemû mafên xwe bi dest bixe. Bêguman xwegihandina azadiyê bi dayîna berdêlan dibe. Em jî dixwazin bêjin em ji dayîna berdêlan re amade ne. Ji bo serketina vî gelî em amade ne, girîng e gelê me jî birîna xwe bipêçe. Ji ber ku gelê me bi maf û hiqûqa xwe dizane, tank û topên dewletê li pêşberî hêza gel bi kêr nayên. Hêza herî mezin rêxistinbûyîna gel e. Êdî îspat bûye; civakeke rêxistinbûyîn bi tank, top û balafiran nayê tinekirin."

'JI BO VEŞARTINA ZERARA XWE Û PÊŞÎGIRTINA LI NERAZÎBÛNA GELÊ TIRK, DEWLET KUŞTIYÊN XWE VEDIŞÊRE'

Fermandar Bagok da zanîn, sîstema înkarê hewl dide bi derewên xwe re berxwedana gel binixumîne û got, "Her roj dibêjin 'me bi sedan terorîst kuştin'. Weke Fermandariya YPS'ê em bang li Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk dikin ku bi daxuyaniyên xwe re raya giştî dixapîne. Wê demê nasnameyên endamên me yên we qetil kirine, aşkere bikin. Tiştekî bi vî rengî nîne. Çima bi tenê daxuyanî ye? Endamên me yên YPS; ciwanên me, dayikên me, extiyar û zarokên me li pêş çavên tevahiya cîhanê tên qetilkirin. Hemû jî li pêş çavên çapemeniyê tên kirin. Yekane armanca Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk veşartina zerara xwe ye. Li aliyê din, ji bo gelê Tirk nerazîbûnê ji ber kuştina polîs û leşkeran nîşan nede, vê rêbaza kirêt xistiye dewrê."

Fermandar Bagok ragihand, ku yên tîmên taybet û leşkerên bi pere li dijî wan şer dikin, ti cudahiya wan ji DAIŞ'ê nîne û got, "Yên bi navê tîmên Esedûllah derketin holê, kesayetên barbar in. Li hemberî gelê me serî li her rêbaza wehşî didin." Fermandar Bagok diyar kir, ev tîmên faşîst ên makîneya mirinê, wê li pêşberî berxwedana dîrokî ya ciwanan têk biçin û destnîşan kir, ku ev ciwan û gel eger pêwîstî pê hebe wê ji bedena xwe dîwar lê bikin û qadên xwe yên jiyanê biparêzin.

'PÊWÎSTE ÊDÎ GELÊ ME HELWESTA XWE NÎŞAN BIDE Û CEWHERA XWE DERXÎNE HOLÊ'

Ji Fermandarên YPS Nisêbînê Denîz Bagok da xuyakirin, ku şerê YPS'ê ne tenê parastina çekdarî ye diyar kir, xwerêveberî ji tenduristiyê heta aboriyê tê wateya qutkirina têkiliya bi dewletê re ye.

Bagok got, "Eger em saziyên dewletê nas nakin, divê em saziyên xwe ava bikin. Girîng e em ji niha û pê ve nehêlin Enqere zilmê li me bike. Çê yan jî neçê, ji bilî xwerêvebirinê şensekî me ji niha û pê ve nîne. Lewma divê ti kes vê mijarê weke karekî demkî nebîne. Eger îro ji bo Cizîrê serhildaneke topyekûn pêk bihata, ev ê biba sal, mehên me yên fînalê. Pêwîste gelê me êdî helwesta xwe nîşan bide û cewhera xwe derxîne holê."

...