PHKE: Wê sibehê dereng bikeve!

Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî têkîldarî êrîşên li ser Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand, banga demildest ketina nav liv û tevgerê kir.

Platforma Hunermendên Kurdên Êzîdî (PHKE) têkîldarî êrîşên li ser Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand, banga demildest ketina nav liv û tevgerê kir û wiha got: “Ey dagirkerên Xwedê nenas! Vê baş bizanin ku gelê Kurd biryare xwe ji zû de daye. Êdî ji serketinê û pê ve ti şansê vî gelî nemaya.”

Daxuyaniya PHKE wiha ye:

“Gelekî ku wijdanê xwe nebê heta kengî kare bijî.

Gelekî şiyar, perwerdekirî û birêkûpêk, ji bilî serketinê pê ve ti şansê din jê re nîne!
Gelekî ku bi narkoz kirî, gelekî bê vîn û têkçûyî, wê ti kes nikaribe desthilatdariyê lê bike?

Ma ewqasî bê wijdanî, ma ewqasî bê exlaqî, bi tang, top û bi hemû hêza xwe bi ser vî gelî ve dicing, diyar e ku we ji dîroka xwe ti ders negirtiye!

Ey dagirkerên Xwedê nenas! Vê baş bizanin ku gelê Kurd biryare xwe ji zû de daye. Êdî ji serketinê û pê ve ti şansê vî gelî nemaya.

Em bang li Kurdistaniyên bi rûmet dikin!
Mirovatî li ber piyan diçe, rûmeta gelê Kurd di bin potînên dagirkerên Kurdistanê ve diçe.
Roj roja xîretê ye, roj roja xwedî derketina nirxan e,
Roj roja tolgirtina nirxên neteweyî ye.
Em weka PHKE bangê li hemû Kurdên bi xîret dikin ku her seat li ser piyan bin. Wê sibehê dereng bikeve.”