Xelîl: Di dawiyê de neçar in li gelê Kurd vegerin
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl diyar kir ku aliyên beşdarî civîna Cenevre-3 bûne di tiştekî de li hev nekirine û tenê ji bo beşdarnekirina gelê Kurd li hev kirine.
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl diyar kir ku aliyên beşdarî civîna Cenevre-3 bûne di tiştekî de li hev nekirine û tenê ji bo beşdarnekirina gelê Kurd li hev kirine.
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl diyar kir ku aliyên beşdarî civîna Cenevre-3 bûne di tiştekî de li hev nekirine û tenê ji bo beşdarnekirina gelê Kurd li hev kirine.
Derbarê rewşa dawî ya siyasî li Rojava û Sûriyeyê, mijara beşdarnekirina gelê Kurd di civîna Cenevre-3 û çarenûsa gelê Kurd de Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl ji ANHA’yê re axivî.
‘DÛRXISTINA ME PEYAMEKE ZELAL E’
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl di destpêka axaftina xwe de got ku kuştin û wêrankirina li Sûriyeyê ku ev 5 sal in berdewam dike, ji ber siyasetên Tirkiyeyê ya li ser herêmê ye. Tirkiye faktoreke neyênî yê sereke di Sûriyeyê de û bi rêya amûrên xwe siyasetên xwe didan meşandin. Ev yek di vê dema dawî de bi daxuyaniya hikûmeta Tirkiyeyê ku gotiye eger gelê Kurd beşdarî civînên Cenevreyê bibe ew ê xwe paş ve vekişîne, bêtir zelal bû. Mebesta Tirkiyeyê ew e ku eger gelê Kurd di hevdîtinan de be, ew ê amûrên xwe ji hevdîtinan bikişîne û wê bi hemû hêza xwe hewl bide maseyê serûbin bike.
Xelîl di axaftina xwe de destnîşan kir ku girîngiya van hevdîtinan ew e ku qonaxeke nû wê destpê bike û wê plansazî û daxwazên hemû aliyên Sûriyeyê bêne gotûbêjkirin. Dûrxistina gelê Kurd ji van hevdîtinan peyameke zelal e ku ew nehêlibin gelê Kurd cihê xwe di pêşeroja Sûriyeyê de bigire û projeya ku gelê Kurd pêşniyar kiriye jî qebûl nakin.
Xelîl di berdewama axaftina xwe de got ku mijara sereke ne ku aliyek an kesek beşdar bibe an na, lê belê ew e ku nehêlibin doza Kurdî di Cenevreyê de were ser maseyê, ji ber ku aliyên beşdarî civînê bûne tenê di xalekê de li hev kirine ku hebûna Kurdan di Sûriyeyê de nas nekin û di Cenevreyê de behsa doza Kurdî nekin.
Xelîl di axaftina xwe de her wiha da zanîn ku aliyên wê beşdarî civîna Cenevreyê bibin wê proje û planên xwe yên Sûriyeyê gotûbêj bikin. Di vê civînê de planên wan wê bêtir aşkera bibin, dûrxistina gelê Kurd ji hevdîtinan û ev yek peyameke zelal e ku ew ti carî îradeya gelê Kurd di pêşeroja Sûriyeyê de qebûl nakin.
Xelîl destnîşan kir ku mijara beşdarbûna civîna Cenevreyê ne vexwendineke kesan e, lê belê doza nûnertiya aliyên ku xwedî proje ne û karibin çarçoveya demokratîkkirina Sûriyeyê pêşerojê bidin diyarkirin.
‘MIJARÊN WAN ME ELEQEDAR NAKIN’
Derbarê mijarên ku wê di civîna Cenevreyê de bêne gotûbêjkirin Xelîl got ku hemû encamên ku wê ji vê civînê derkevin, ji ber ku Kurd hatine dûrxistin, gelê Kurd eleqedar nake û ji Kurdan nayê xwestin ku biryarên wê pêk bînin.
‘EM NEGIRÊDAYÎ TI KESÎ NE Û EM Ê PROJEYA XWE BERDEWAM BIKIN’
Xelîl di axaftina xwe de bal kişand ku ew ne girêdayî ti aliyên wekî lîsteya Amerîka, Rûsya, Riyad û Enqereyê ne û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Em ti carî qebûl nakin ku em bi ser aliyekî ve bêne hesibandin. Armanca me em wekî numareyekê beşdarî civîn û hevdîtinan bibin. Heta ku em beşdar nebin jî em piçekî ji projeya xwe ya demokratîkkirina Sûriyeyê venagerin. Em ê bi rêya çalakiyên Meclîsa Sûriya Demokratîk û projeya Sûriya Demokratîk û piralî xebatên xwe bimeşînin. Em ti carî qebûl nakin ku kesek bêje ku cihê gelê Kurd di Sûriyeyê de tune ye.”
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl di dawiya axaftina xwe de da xuyakirin ku projeya çareserkirina aloziya Sûriyeyê, çendî dewletên navneteweyî li hev bikin jî eger gelê Kurd bi îradeya xwe beşdar nebe, pêk nayê. Gelê Kurd aliyê tekane yê xwedî projeyeke demokratîkkirina Sûriyeyê ye, bêyî Kurdan aloziya Sûriyeyê nayê çareserkirin. Eger dewletên navneteweyî li hev bikin jî li ser erdê pêk nayê û şerê Sûriyeyê wê dijwartir bibe. Di dawiyê de neçar in li gelê Kurd vegerin.