‘Tirkiye qetlîaman dike cîhan bêdeng e’
Di 12. Konferansa Kurd a Navneteweyî ya li Parlamentoya Ewropa (PE) pêktê de polîtîkayên qetlîamê yên dewleta Tirk hat şermezarkirin û bêdengbûna cîhanê hat rexnekirin.
Di 12. Konferansa Kurd a Navneteweyî ya li Parlamentoya Ewropa (PE) pêktê de polîtîkayên qetlîamê yên dewleta Tirk hat şermezarkirin û bêdengbûna cîhanê hat rexnekirin.
12. Konferansa Kurd a Navneteweyî ya li Parlamentoya Ewropa (PE) dewam dike bi rûniştina “Ji bo guhertinê ajanda, bendewarî û alternatîf” ve bi dawî bû. Di axaftinên rûniştinê de polîtîkayên qetlîamker ên dewleta Tirk hatin şermezarkirin, bêdengiya cîhanê hat rexnekirin.
Moderatortiya rûniştina “Ji bo guhertinê ajanda, bendewarî û alternatîf” Dersîm Dagdevîren û Dr. Thomas Schîmînger kir, wek axaftvan jî Parlamenterê Keskan ê YE Bodîb Valero, Lord Hylton, Rojnamevan Ragip Dûran, Rojnamevan Reîner Hermann, Hevserokê KNK’ê Rebwar Reşîd, Rêvebera SAMER’ê Yuksel Genç tevlî bûn. Beşdarvanan qetlîamên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê şermezar kir, bêdengiya cîhanê jî bi zimanekî tund rexne kirin.
DÛRAN: NIHA LI TIRKIYEYÊ AZADIYA ÎFADEYÊ TINEYE
Rojnamevan Ragip Dûran diyar kir ku li Tirkiyeyê rejîmek zextker heye, wiha dom kir: “Li Tirkiyeyê niha azadiya îfadeyê tineye. Her kî tiştekî bibêje demildest der heqe wî de pêvajoya hiqûqî didin destpêkirin. Niha li girtîgehan gelek rojnamevan hene, zêdetirî 400 akademîsyenî, xwendekarî ji ber ‘heqaret li Serokkomar’ kirine tên dadgehkirin. Serokkomarê me pir hessas e, dema rexne lê tê kirin wek heqaret digire dest.”
Dûran got niha ji sedî 80 medyaya Tirk di dest Erdogan de ye û hewl dide bi sansur û zextên din ve medyayê temamî bêdeng bike.
Dûran bal kişand ser pirsgirêka Kurd a sed salan û bêdengiya medyayê a têkîldarî qetilkirina Kurdan wiha nirxand: “Eger kesekî ne Tirk her roj medyaya Tirkan bixwîne jî nikare der heqê Tirkiyeyê de bibe xwedî agahî.”
LORD HYLTON: KÜRTLER BİRLİK OLMALI
Londra Stratejik ve Taktik Vakfı’ndan Lord Hylton, Kürt meselesi ile yakından yıllardır ilgilendiğini kaydederek, “Halepçe katliamından sonra İngiliz Parlamentosunda Saddam'a silah satılmasına karşı bir kampanya başlattık. Kürtler o dönemde kamplarda çok zor şartlarda yaşadılar. Kürtlere baskılar bugünde devam ediyor” diyerek, Kürtlerin yaşadığı dramdan söz etti. Kobanê’den de bahseden Hylton, şunları söyledi:” 4 Şubat’ta Cenevre’de görüşme olacak. Kobanê’de Kürtler DAİŞ’e karşı savaştılar. Stalingrad gibiydi. Bütün dünya kendilerine hayran bıraktı. Kürtlerin seçilmişlikleri birlik içerisinde davranmalı. Bölük parçalık Kürtlere bir şey kazandırmaz.”
LORD HYLTON: DIVÊ KURD BIBIN YEK
Ji Wekfa Stratejîk û Taktîk a Londra Lord Hylton destnîşan kir ku bi mijara Kurd re ji nêz ve bi salan e mijûl dibe û hin dramên Kurdan anî ser ziman. Hylton behsa Kobanê jî kir, wiha got: “4’ê Sibatê wê li Cenevreyê hevdîtin çêbibin. Li Kobanê Kurdan li dijî DAIŞ’ê şer kirin. Wek Stalîngrad bû. Tevahî cîhan heyran man. Divê hilbijartiyên Kurdan di nav yekîtiyekê de tevbigerin. Parçebûnî ti tiştî nade Kurdan.”
TOÎVANEN: DÎASPORAYA KURDAN TIŞTÊN GIRÎNG BI SER XISTIN
Prof. Marî Toîvanen ku têkîldarî Kurdên dîasporêyê xebatên wî hene, têkoşîna Kurdên li dîasporayê vegot. Moîvanen wiha axivî: “Ji 1980 û vir ve ti rojek tineye ku Kurdan xwepêşendan li dar nexistibin. Dema kengî saziyên Kurd dixwazin bi hezaran kesî dadixin kolanan. Ev jî hêza dîasporaya Kurdan nîşan dide. Derveyî dewletê ev dîasporaya Kurdan rojevê diyar dike. Pirsgirêka Kurd wisa bûye pirsgirêka Ewropa. Ji berk u ev bi xebatên dîasporaya Kurd çêdibe.”
Rojnamevanê Elman reîner Hermann jî têkoşîna nû ya ciwanên Bakurê Kurdistanê vegot. Hermann diyar kir ku di pirsgirêka Kurd de merheleyek nû derketiye holê, wiha dom kir:
“Di qrîza Kurd de rewşek ji berê cudatir heye. Ji ber ku di qrîza nû de ciwanên radîkal û tûj hene û di bajaran de şer dikin. Dewleta Tirk berê bi PKK’ê re şer dikir û ev li çiyayan dikir. Pir kêm sivîl dimirin. Niha qetlîam heye. PKK’e dîsa li çiya şer dike. Lê aktorekî nû heye, ciwan xendekan dikolin, barîqatan datînin û taxên xwe diparêzin. Rêxistinek van tineye. Di vê payizê de xweparastina xwe ava kirin. Ev ciwan zarokên gundiyên Kurd ên salên 1990’î de gundên wan hatin şewitandin û hatin qetilkirinin. Ew radîkal bûn. Aktorê nû ev in.”
Hermann destnîşan kir ku di vê pêvajoya nû de stratejiyek şer a Tirkiye heye, wiha dom kir: “Stratejiyek şer a Tirkiye heye. Berê şer li çiyayan dimeşiya. Çiya dihatin bomberdûmankirin. Niha bi Erdogan re stratejî guherî. Mirov tên kuştin, bajar tên bomberdûmankirin, qedexeyên kolanan hene. Bi deh hezar leşkerî ve bajaran bomberdûman dikin. Bi sedan siyasetmedarên Kurd hatin girtin. Berê gund hatibûn valakirin niha jî bajaran bomberdûman dikin. Di van şeran de Mîlyonek û 500 mirova bandor bûn. 200 hezar penaber çêbûn. Cîhan li hember Tirkiyeyê bêdeng ma. Bi taybet ji dorpêça Cizîrê ve. Min li Rojava goristan û kolanên ji aliyê DAIŞ’ê ve veguherîne xirbeyan dît. Niha artêşa Tirk vê dike. JÎTEM û rêxistinên derveyî qanûnê jî di nav vê artêşê de ne. Heta li gor îdîayan mîlîtanên DAIŞ’ê jî hene. Mîlîtanên ESEDULLAH mînakê vê ne. Divê Yekîtiya Ewropa çareseriyekê bibîne. Lê mixabin ji ber mijara penaberan YE ti tiştekî nake.”
Hevserokê KNK’ê Rebwar Reşîd jî got, “Em gelekî ji bo azadiya xwe têdikoşin. Di sedsala bihurî jî me ev da”, bi bîr xist ku Tirkiye 4 hezar gundên Kurdan vala kiriye û bi hezaran mirov qetil kiriye, destnîşan kir ku ev hêza xwe jî ji DYA, NATO û YE digire.
Reşîd anî ziman ku PKK’e ji bo azadiya Kurdan têdikoşe, wiha dewam kir: “Ji bo me tevgerek siyasî ye. Ji bo azadiya gelê Kurd tevgereke ku şer dike ye. Abdullah Ocalan şexsiyetê herî girîng ê Kurdistanê ye.” Reşîd bi bîr xist ku beriya sed salan Kurdistan bi sînoran parçe kirine, got bi têkoşîna piştî sedsalan ve wê van sînoran hilweşînin.
GENÇ: EWROPA JI BER ÇI GUH NADE DENGÊ ME?
Rêvebera SAMER’ê Yuksel Genç jî got bûyerên li Kurdistanê pir zor e ku mirov karibe behsê bike. Genç got wê Ewropayî axaftina “Ji ber çi ji Ewropa deng tineye, em ne mirov in?” ji Kurdan gelekî bibihîzin.
Parlamenterê Keskan ê PE Bodîb Valero jî destnîşan kir ku rewşa niha ya di pirsgirêka Kurd de nayê qebûlkirin.