Rojnamevanên li Kurdistanê axivîn: Gel ji tiştekî natirse
Rojnamevan Tekîn, Sûr, Çîçek û Dogan ên bi gefa komkujiyê yên AKP'ê re rû bi rû ne, dan zanîn, ku hêzên dewletê gelek caran êrîşî wan kirine.
Rojnamevan Tekîn, Sûr, Çîçek û Dogan ên bi gefa komkujiyê yên AKP'ê re rû bi rû ne, dan zanîn, ku hêzên dewletê gelek caran êrîşî wan kirine.
Rojnamevan Tekîn, Sûr, Çîçek û Dogan ên bi gefa komkujiyê yên AKP'ê re rû bi rû ne, dan zanîn, ku hêzên dewletê gelek caran êrîşî wan kirine. Xebatkarên çapemeniya azad diyar kirin, gel tevî her tiştî jî li ber xwe dide û rewşa li Bakurê Kurdistanê şibandin şerê li Kobanê.
Rojnamevanên li Nisêbîn, Cizîr, Silopiya, Şirnex, Kerboran û Farqînê li pey nûçeyan e, zor û zehmetiyên derdikevin pêşiya wan ji ANF'ê re vegotin.
Kameramanê ÎMC TV Refîk Tekîn, li Cizîrê dema nûçe dişopand ji ber guleyên ji maşîna zirxî bi ser gel de hatin reşandin, birîndar bû. Nûçegihanê ANF'ê Sedat Sûr û nûçegihanê DÎHA'yê M. Zekî Çîçek jî şerê bajêr ê li Kobanê bi hev re şopandibûn. Niha jî şerê li bajarên Bakurê Kurdistanê dişopînin. Nûçegihana JINHA Zehra Dogan jî li bajarên bi mehan e dor li wan hatine pêçandin, rojnamevaniyê dike.
TEKÎN: EZ LI GEL Û HEMPÎŞEYÊN XWE DIFIKIRIM
Kameramanê ÎMC TV Refîk Tekîn ê li Cizîrê di dema şopandina nûçeyê de bi guleyên hêzên dewleta Tirk ji lingê xwe birîndar bû diyar kir, ew di kêliya dawî de rizgar bû û got, "Ez li gel û rojnamevanên dengê gel in difikirim. Li herêmê karê rojnamevaniyê tiştekî bi vî rengî ye. Ji roja birîndar bûm û vir ve hestên ku heta niha nejiyam, min li nexweşxaneyê jiya. Ez rojnamevakî objektîf bûm û çi hemû min bi zelalî nîşan dida. Lewma min berdêla vê yekê da. Bila kes li nefikire, min meraqan neke. Bila li rojnamevanên hînê di bin siya tank û topan de rojnamevaniyê dikin, bifikirin.
DOGAN: BAVÊ TAHÎR LI PIŞT WESAYÎTA CENAZE BEZIYA...
Nûçegihana JINHA'yê Zehra Dogan ku li Silopiya û Cizîrê wehşeta di dema dorpêçiyê de hatin kirin şopand qala çend ji van kêliyên ew jê re bû şahid kir: "Pitika 35 rojî Tahîr Yaranmiş dema hat qetilkirin, Mehmet Emîn Lokman hat qetilkirin. Ew kêliya qetilkirinê gelekî bandor li min kir. Lokman di mînîbusa spî ku ji aliyê raya giştî ve jî tê naskirin, hatibû qetilkirin û hingî diya wî jî li pêşberî wî bû. Bifikirin, dayikek qîrîna zarokê xwe dibihîze lê nikare biçe cem. 4 rojan nikarî ji malê derkeve. Ew her du cenaze dûre rakirin mizgeftê, dema min xwest hingî dîmen bikişînim, êdî bedena wî pitikî û Lokman riziya bû. Em neçar man wan bedenên riziyayî bikişînin. Me dayikên wan, dayikên sembola destpêkê ya xwerêveberiyê ku bi ala spî dimeşiyan kişandin. Hingî, heman tişta bi serê Refîk Tekîn hat bi serê mede jî hat. Ew kêliya me ya bi meşê ku me cenazeyên Mehmet Emîn Lokman û pitika 35 rojî ji taxa Nûrê derdixist, qet ji bîra min naçe. Derxistina cenaze bi pêşengiya dayikên di destê wan de ala spî heyî, wê rojê destpê kir. Dema cenazeyê Mehmet Emîn Lokman li wesayîtê hat bicihkirin, tîmên tevgera taybet ên tehemûlî qîrîna dirûşmeyan jî nedikirin, bi carekê ve gule li girseyê reşandin. Di vê dema gulereşandinê de bavê Tahîr ji ber tirsê li pişt wesayîta cenaze beziya û ji deriyê vekirî yê wesayîtê pitika xwe avêt ser cenazeyekî din ê di hundirê wesayîtê de . Wê rojê bi şensê tiştê bi serê Refîk Tekîn hat bi serê me de nehat."
'DIŞIBE PÊVAJOYA KOBANÊ'
Dogan diyar kir, li herêmê şerekî kirêt heye û da zanîn ku ew berxwedana li vê derê gelekî dişibîne berxwedana Kobanê. Dogan anî ziman ku wê bi Sedat Sûr, Ferhat Arslan, Zekî Çîçek, Abdurahman Gok û gelek rojnamevanên din re berxwedana Kobanê şopandiye û got, "Li Kobanê berxwedaneke destanî hat nîşandan. Çend mirovan xwe gihandin mîlyonan û ji nava wan gelek fermandar derketin. Di berxwedana Cizîrê de jî heman tişt hebû. Ciwanên ku rahiştibûn tivinga nêçirê ya bavê xwe li taxên xwe nobed digirtin. Armanca wan xwerêveberî bû. Lê belê êrîşeke ewçend giran li hemberî wan hat kirin, van ciwanan niha YPS îlan kirine û ragihandin ku wan rêxistineke çekdarî ava kirine. Hejmara wan jî bi qasî ku ne kêm e, heye. Ji tecrûbeyê xwe yên beriya niha, mirov dikarin bêjin ku her êrîş zêde bû, hejmara wan jî wê zêde bibe. Rastiya gelekî ku li dijî şerê kirêt li ber xwe dide derdikeve holê." Dogan destnîşan kir, ku mîna li Kobanê niha li qadên xwerêveberiyê jî destanek tê nivîsandin.
SÛR: JI ME HEBÛ GERÎLA YE, LÊ GEL BÛ...
Nûçegihanê ANF'ê Sedat Sûr da xuyakirin, ku di mehên havînê de wan li qadên xwerêveberiyê dest bi şopandina nûçeyan kirin û got, "Yek ji cihên destpêkê xwerêveberî lê hat ragihandin Farqîn bû. Bi hevalê xwe yê rojnamevan Îsmaîl Eskîn re em çûn Farqînê. Dema me xwe gihandin wê derê gotina destpêkê ya me ji hev re got ev bû: Ev dîmen dîmenên êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê ye. Kêliya dûxanên ji Kobanê bilind bû û ya Farqînê dişibiyan hev. Her wiha sûîqestan her zindiyê didît hedef digirtin, lewma ji vî alî ve jî dişibiya Kobanê. Di destpêkê de me hewl dan bikevin nava taxan, lê belê sekvanan bi roj nehiştin. Lê di berxwedana Kobanê de tecrûbeyên me hebûn, bi şev me xwe berdan nava taxan. Ji xwe diviyabû me wêne û dîmenê Farqînê bikişanda. Medya hawiz di wê demê de nûçeyên welê çêdikin, ku mîna li nava navçeyê artêşeke mezin heye û operasyoneke leşkerî tê lidarxistin. Di nava navçeyê de me dît ku ji bilî gelê Farqînê, ti berxwedêr tinebû. Halbûkî dema em hatin, ji me hebû ku li navçeyê gerîla heye. Lê piştre me dît ku rewş ne bi vî rengî ye. Ji bilî mekanîzmayên parastinê yên gel bi xwe, tiştek tinebû. Belê çend bend hebûn û gel li serê hin kolanan bi çekê nobed digirt. Li dijî operasyonên binçavkirina ciwanan, li ber xwe didan. Me dît ku rêxistinbûyîneke mîlîter nîne."
'NIZANÎBÛ YÊ DI BINÊ BERFÊ DE YE KURÊ WÊ YE'
Sûr diyar kir ku piştî Farqînê ew derbasî Nisêbînê bû, ji ber ku şerê li bajêr roj bi roj profesyonel dibû û YPS ava bû. Sûr ragihand, ku dûre ew derbasî Şirnexê bû û bûyereke jê re şahidî kir, vegot: "Dibe ku rewşa herî zehmet a karê rojnamevaniyê derket pêşiya me. Ji bilî objektîfbûyînê jî ti şensê mirovan nîne. Tu neçarî rewşa li wir bi agahî û wêneyan ragihîne. Lê belê di dawiya dawî de hûn mirov in, carna hestên welê yên ku derdikevin pêşiya rojnamevaniyê jî rû didin. Ji ber ku hûn parçeyek ji vî gelî ne. Mînak li Şirnexê, cenazeyên 2 ciwanan du hefteyan di binê berfê de hatin hiştin û destûr nehat dayîn bên rakirin. Ji bo rakirina cenaeyan gel çalakî pêk anî. Dayika yek ji ciwanên cenazeyên wan di binê berfê de bû, bi tesadûfî tevlî wê çalakiyê bûbû. Lê nizanîbû yek ji ciwanên cenazeyên wan li naverastê ye yê kurê wî ye. Ji ber ku der barê nasnameya wan de agahî tinebû. Şahidiya ji bûyerek bi vî rengî, bi rastî jî gelekî giran e. Rojnamevaniya li herêmê tiştekî bi vî rengî ye."
ÇÎÇEK: BERXWEDÊR JI TIŞTEKÎ NATIRSIN
Nûçegihanê DÎHA'yê M. Zekî Çîçek da zanîn, ku ew demeke dirêj e li qadên xwerêveberiyê nûçegihaniyê dike û şahidiyê ji berxwedana gel re dike. Çîçek got, "Min li herêma Botanê û Nisêbînê berxwedan şopand. Bi pêşengiya dayikan, jinan berxwedanek heye. Berî sê rojan li Silopiyayê bûm û min ew rewşa hilweşandî dît. Îro salvegera azadkirina Kobanê ye. Bi Sedat re me şahidî ji wê demê re kirin. Li vir jî rewşeke bi heman rengî heye, pêvajoyeke zehmet e. Ji êrîşên li hemberî gel, xebatkarên çapemeniya azad jî para xwe digirin. Li Silopiyayê îşkence li hevalê me yê rojnamevan Nedîm Orûç kirin û xwestin birevînin. Di encama zexta raya giştî de hat aşkerekirin ku di binê çavan de ye. Ew bi xwe hîngê girtî ye. Kameramanê ÎMC TV rastî êrîşê hat, der heqê wî de biryara girtinê heye. E bi binpêkirineke bi vî rengî ya mafên mirovan re rû bi rû ne. Di salên 90'î de li Cizîrê rojnamevanê bi ala spî karê xwe dikir, hat qetilkirin. Sal di ser re derbas bûbin jî rewş heman rewş e. Binpêkirinên mafên mirovan ên niha yên li herêmê, salên 90'î derbas kirine.
Min şahidî ji Roboskî re kir, gelek nûçe li ser komkujiyên li gelek gundan çêkir, lê ya ku niha tê kirin wehşetek hemûyan derbas dike. Lê belê mirov niha li pişt bendan bi rêxistinî li ber xwe didin. Min ji çalakiya dayikên ku li Hezexê li tenekeyan dixistin û maşînên zirxî ji taxên xwe qewirandin re, şahidî kir. Berxwedaneke ku ji tiştekî natirse, nîşan didin."