Însiyatîfa Gel a Amedê diyar kir, tevger azadiyê û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd 40 sal in bi kedeke mezin dimeşîne, bi berxwedanên xwerêveberiyê re gihaştine qonaxeke nû. Însiyatîfa Gel da xuyakirin ku weke gel ew ti carî ewçendî nêzî azadiyê nebûbûn û destnîşan kir, ku berxwedanên xwerêveberiyê wê ji sedî sed bi ser bikevin û faşîzma AKP'ê têk biçe.
'PÊWÎSTE GELÊ ME BI TI AWAYÎ MALÊN XWE NETERIKÎNE'
Însiyatîfa Gel a Amedê ragihand, ku hêzên dewleta faşîst ev du meh in ji bo gel koçber bike çi ji dest tê dikin û got, "Li navçeyên xwerêveberî lê hatiye ragihandin, bi zanebûn mal tên bombekirin, gelê me tê qetilkirin û zora koçberiyê lê tê kirin. Hêzên faşîst ên li Sûrê nikarin bi berxwedêran, ev 2 roj in anonsên 'navçeyê vala bikin' dikin. Pêwîste gelê me ti carî malên xwe vala neke, neçe ti cihî. Malbatên me yên çûne jî bila vegerin navçeyê. Divê ev polîtîkaya hêzên faşîst a valakirinê were pûçkirin."
Daxuyaniya Însiyatîfa Gel bi vî rengî dewam kir:
"Li Sûrê berxwedan di roja 60. de ye. Ev 60 roj in hêzên faşîst bi tank, top û bi deh hezaran leşker û tevgera tîmên taybet re êrîş dikin. Bi saya berxwedana lehengî ya gelê me, hêzên faşîst nikarin bikevin nava navçeyê. Berxwedêr nîşanî me didin ku dema bi bawerî şer were meşandin, gelek tişt dikarin bên kirin. Nîşan didin bê destan çawa tê nivîsandin.
Pêwîste gelê Amedê bi serhildanan roja 60. a berxwedana Sûrê pêşwazî bike. Eger em îro ranebin ser piyan gelo em ê kengî rabin? Ji 7 heta 70 salî em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku bi yek dilî tevlî meşa mezin a sibe bibin. Pêwîste her devera Amedê sibe mîna Sûrê li ber xwe bide. Ji bilî vê ti çareyeke me nîne, ti rêyeke me ya xilasiyê nîne. Hewce ye li her kolan û taxên Amedê agirê berxwedanê bê dadan. Bi lêkirina bendan û berxwedana bi hev re, divê ev faşîzm ji Amedê û tevahiya Kurdistanê bê avêtin. Berxwedan wê gelê me bi ser bixîne. Bêdengî sedema têkçûnê ye. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku bi vî ruhê serhildanê re dakevin meydanê."