Dirbas, li Amûdê ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin

Bi sedan welatiyên bajarê Amûdê û endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk cenazeya Cîgira Seroka Desteya Karên Hundirîn Asemîn Dirbas oxir kirin.

Bi sedan welatiyên bajarê Amûdê û endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk cenazeya Cîgira Seroka Desteya Karên Hundirîn Asemîn Dirbas oxir kirin.

Merasîma oxirkirina cenazeya  Asemîn li bajarê Qamişlo hat lidarxistin. Piştî ku merasîm bi dawî bû, cenaze bi karwanekî ber bi goristana Şehîd Îsmaîl a girêdayî bajarê Amûdê ve hate oxirkirin.

Di karwanê oxirkirina cenaze de endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, endamên Asayîşê û bi sedan welatiyan amade bûn. Piştî ku karwan gihîşte goristanê cenaze di nava tilîliyên dayikan û dûrişmeyan de hate spartin.