Ok: Li Cizîr û Sûrê berxwedanek bi ruhê Kobanê heye
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok diyar kir, ku civîna Cenevreyê bêyî Kurdan wê bê encam bimîne.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok diyar kir, ku civîna Cenevreyê bêyî Kurdan wê bê encam bimîne.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok diyar kir, ku civîna Cenevreyê bêyî Kurdan wê bê encam bimîne.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok tevlî bernameya “Rojeva Welat” ya Stêrk Tv bû. Der barê Civîna Cenevreyê, berxwedana Cizîra Botan û Sûrê, êrîşên Erdogan û yên hikûmeta AKP’ê de pirsên rojnamevan M. Emîn Yildirim bersivand:
Gelê Kurd yekemîn salvegera Kobanê pîroz dike. Ji bo yekemîn salvegera Kobanê peyama we çi ye?
Di serî de ev serketin û berxwedana Kobanê yê ku encam girtî û şehîdên qehreman yek bi yek navê wan belkî em nikarin bînin bi sedan in, li hemberî şehadeta wan ez bejna xwe ditewînim. Yê ku xwedî ked û berxwedana Kobanê de cih girtiye silav dikim. Îro serketina berxwedana Kobanê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahî mirovahiyê rûmetek bû, serketinek bû. Mirovahî di kesayeta Kobanê de hat xwestin bê tunekirin, teslîm bê girtin û bi destê çeteyên DAÎŞ, dîsa bi alîkariya dewleta Tirkiye û AKP hat xwestin îradeya gelê Kurd bê tunekirin. Lê, gelê me bi qehrementî li ber xwe da, Kobanê bedel da û wek encam, xeta Rêber Apo berxwedanê encam girt. Bi rastî ji bo gelê me û giştî mirovahiyê mizgîniyek bû. Îro gelê me bi coşek mezin pîroz dike vê salvegera serkeftinê, mizgîniyek muhîm e. Mirovahî şahidê vê ye, ev jî muhîm e. Lê, hîn jî berxwedan dewam dike. Em bêjin meseleya Sûriye bi giştî nehatiye çareserkirin, meseleya Rojava bêguman statuyek heye, îradeyek heye, lê hîn jî nîqaş hene têne zanîn. Ev serketina xeta Rêber Apo bawer im ji vir şûn de jî rêya azadiya gelê Kurd û statuya siyasî bê qebûlkirin vedike û gelê me bêguman ew ê encam bigire û serkeve.
Girêdayî vê yekê li Cenevreyê di 29’ê mehê de ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûriyeyê civîna Cenevre wê were lidarxistin. Lê, aliyên Kurd ne PYD ne jî Meclisa Sûriyeya Demokratîk tevli nebûn. Tenê li ser navê Heysem Menaa dawetiyek hatiye. Ji ber vê yekê aliyê Kurd dibêje em ê tevli civînê nebin. Civîna Cenevre ku aliyê Kurd tevli nebe şensê wê yê ku pirsgirêkên Sûriyeyê çareser bike heye?
Tê zanîn beriya vê jî Cenevre 1-2 kom bûn, her du civîn jî vala derketin ti encam nedan. Çima? Yê ku tevlî vê civînê dibin heqeten xwedî proje ne ku Sûriyeyê biguherînin vêya vêya bikin? Meseleyên civakî yên Sûriyeyê giştî çareser bikin, pirsgirêka Kurd çareser bikin, Sûriyeyek nû ava bikin? Kesekî wisa xwedî proje tunebû esas. Îro jî tune ye. Dewletên navneteweyî em mêzê dikin her kes li gorî berjewendiyên xwe dixwazin şiklekî bidin Sûriyeyê. Lê, giştî Sûriyeyek nû û demokratîk çawa bê avakirin, perspektîf, proje tunene. Lê, ji aliyê aloziyê re, pirsgirêkên heyî hîn geşkirinê re ji bo hemûyan heye. Di serî de weke dewleta Tirkiye, Qatar û Siûdî, ev naxwazin gelê Kurd bi îrade li ser meseleya Sûriyê bêne qebûlkirin û di muzakereyê de cih bigirin. Ev paradoksek mezin e, dinya şahid e. Yê ku Sûriye li hemberî DAIŞ, El Nûsra û çeteyan bi qehremanî li ber xwe daye, îrade û pişta wan şikandiye gelê Kurd e. Dîsa dinya şahid e, îro li Sûriye herêma herî bi ewle Rojava ye. Weke xwedî îrade, xwedî statu dikare xwe bi rê ve bibe. Lê, wexta ku civîn li Cenevre çêdibin, ev çi siyasetek qirêj û berjewendiyên qirêj in ku naxwazin îradeya gelê Kurd li Cenevre bê temsîlkirin. Ji milê leşkerî ve li gorî ku em di çapemeniyê de dişopînin, mesele YPG, YPJ bi pir kesan re têkildar e û di nav têkiliyê de ye. Ji Amerîka bigire ji Rûsan li ser çapemeniyê tê gotin û heta Rûs û Amerîka jî îtiraf dikin derveyî hebûn û şerê YPG, YPJ’ê li Sûriye li hemberî DAIŞ ti encam nayê girtin. Vê qebûl dikin û li ser vê pêwîstiyê jî hewl didin ku YPG’ê re têkildar bin. Lê, heman aliyên siyasî çavên xwe ji rastiyê re digirin, ev polîtîka ji exlaq dûr, rola weke dewleta Tirkiyê dikeve pêşiyê. Dewleta Tirkiye û AKP’ê çi gotiye eger PYD û Rojava li Cenevre bê temsîlkirin ez ê protesto bikim. Jixwe wisa ye. Ew ne AKP bû digot Kobanê ket ew ê bikeve. Ew ne AKP’e ye îro dîsa li Cizîra Botan, Amedê û Bakur komkujiyê bêexlaq û dijwarî pêş dixîne. Giştî kesayeta wan li dijî gelê Kurd, îradeya gelê Kurd e, ji bo tunekirina gelê Kurd e. Em mêze dikin siyaseta navneteweyî bê kesayet, heta bêexlaq û durûtî li hemberî zextên dewleta Tirkiyeyê her yek stûyê xwe xwar kirin. Ji bo vê îradeya Rojava rastûrast qebûl nekirin an jî li Cenevre nehat temsîlkirin.
Destpêkê jî me got li aliyekî gelê Kurd yekemîn salvegera Kobanê pîroz dike. Lê, li aliyê din jî di heman demê de li Cizîra Botan û Sûrê jî berxwedaneke dîrokî tê jiyîn. Rewşa Bakur ya niha û êrîşên dewleta Tirk ên li ser vê berxwedanê hûn çawa dinirxînin?
Niha li Cizîra Botan bi giştî em bêjin li Bakur, bêguman li Sûrê berxwedaneke bi rûmet, bi ruhê berxwedana Kobanê heftena heta mehane dewam dike. Hem jî di bin tang, top, hemû êrîşên dijwar, bêexlaq, bêqûral yên AKP’ê de dewam dike. Esas ev ruhê Kobanê, ev ruhê berxwedanê çawa encam girt û bi ser ket. Em dikarin bêjin ku li Sûrê jî encam girt bi ser ketiye, li Cizîrê jî, li Silopiya jî, bi giştî Botan jî. Çima? Li dîroka gelê Kurd mêze bikin serhildanên herî mezin carinan emrê wan 2-3 meh in. Ya Şêx Seîd mesele wisa ye, Agirî hema hema wisa ye. Lê, îro li navenda bajarên Bakur gelê me weke hêzên parastina sivîl em bêjin, ne hêzên me yên leşkerî ne, li ber xwe didin û dewleta Tirkiye bi hemû hêza xwe bi tang û top diçe ser û nikare hîn jî di navenda bajaran tam bi cih bike û hêzên me bikaribe ji wir derxe. Esas ev xeta berxwedanê ji niha ve serketiye û encam girtiye li gorî me. Rastî ev e. Di vir de tiştê muhîm çi ye? Siyaseta AKP’ê ye. Gelê Kurd êdî hewcê nake nîqaş bike ev AKP çi siyaset dimeşîne û çi dike. Çima? Her tişt li ber çavan e. Em dubare tînin ziman Erdogan kesekî ji aliyê ruhî û zihnî jî bi giştî dijminekî gelê Kurd e. Weke wampîrekî ye. Çiqas xwîna gelê Kurd birije û vexwe weke wampîrekî ye. Li dîrokê mêze bikin Kenan Evren, yekî weke Suleyman Demîrel wana jî serokkomar bûn, serokwezîr bûn, evana dewletperest bûn dewlet diparastin rast bû. Lê, hîn jî ji wê wêdetir dijminantî, tunekirina gelê Kurd di wan de ne ewqas bû. Erdogan cuda ye. Ne tenê dewlet parastin, ligel ve tunekirin, tasfiyekirin, hovîtî ye. Esas me careke din gotibû Enver Paşayê biçûk. Hinek kompleksên Erdogan heqeten wisa ye. Lê, bi vê siyaset û Enver Paşa li Rojava binguhê dîwar ket li wan zivirî, li dîwarê Ewropa ket li wan zivirî. Tenê li ser Kurdan û gelê me vê siyasetê bêexlaq pêk tîne. Diyar e, AKP û Erdogan di vê siyaseta xwe de xwedî biryar e dewam bike. Em weke gelê Kurd hîç gilî û gazinc nekin. Nebêjin ku AKP çima wisa wisa dike. AKP ew ê bike. Çima ku AKP dijminê gelê Kurd e. Însan tu hêviyê xwe ji dijminê xwe nabe. Vana xwînmij in, wampîr in ji bo gelê Kurd. Tenê gelê me li ber xwe bide, xwe bi rêxistin bike, dijmin nas bike û li gorî wê xwedî helwest be. Derveyî wê çare tune. Ev berxwedan bêguman ew ê dewam bike, ev çîrok bêguman ew ê dewam bike. Gelê Kurd, zarokên gelê Kurd ti caran vê ji bîr nakin. Niha li Cizîrê çend roj in, nêzî 30 kes birîndar piranî sivîl in hinek ling û piyên wan hatiye qutkirin, xwîn dirije, kangren e, lê dinya temaşe dike. Dest ji dinya temaşe dike berde, AKP ne dihêle ji wir derkevin birîndar herin tedawî bibin, ne jî bi xwe diçe digire. Li ber çavên mirovahiyê û li ber çavên gelê me û siyasetmedarên Tirkiyeyê ew însan tenê bi xwîn windakirinê jiyana xwe winda dikin û şehîd dikevin. Rastiya AKP’ê ev e. Mirov di vir de dikare çi bêje? Ev parlamenterê Tirkiyeyê ji kîjan rojên dibe. Parlamenterekî dagirker e tabî, çi karî dike mesele. Ew parlamenter eger li ber çavan bi zext, bi zor, bi êrîşên dewleta Tirkiyeyê însanên sivîl roj bi roj, deqe bi deqe tê şehîdkirin ew parlamenter çi dike? Gelê Kurd bizanibe ku tenê biryara tunekirina gelê Kurd dide. Tu hêvî ji parlamenterê Tirkan nebe. Baş e. Civak çi dike, gelê Kurd çi dike? Wexta ku me wê rojê dayikek guhdar dikir. Dayik Hanim Yavuzer, bawer im kurê wê dayikê jî di wê avahiyê de mahsûr e, birîndar e. Dîsa hevseroka meclîsa Cizirê Mehmet Tunç guhdar kir. Wexta mirov van kesana guhdar dike, tiştekî mirov bêje namîne. Her tişt ew dayik anî ziman. Her tişt ew mînaka welatparêziyê qehreman Mehmet Tunç anî ziman. Li aliyekî şehîd, birîndar, qîrîn û îmkan tune. Li milê din yanî bangawazî çi ye? Heqeten ew ciwanên Kurd çi dikin mesele. Ji bo li hemberî dagirkeriyê serê xwe rakin, li ber xwe bidin perwerde pir ne muhîm e, rêxistin jî ne muhîm e. Tenê tiştek muhîm e, tu Kurd î. Neheqî û zext li ser gelê Kurd heye, komkujî heye rabe ser xwe. Ewqas bes e yanî, xwe naskirin bes e. Her ciwanekî Kurd li kû derê ma ne, pêwîst e li serê AKP’ê bibe bela. Her civakek Kurd li ku derê dijî ma ne pêwîst e li serê dewleta dagirker a Tirkiyeyê bibe bela. 15’ê Sibatê tê bîra me dema komploya navneteweyî, Rêber Apo teslîmî Tirkiyeyê kirin. Metrepolên Tirkiyeyê şewitî kesî nikarî li wir bijî. Ji metrepolan jiyan ji holê rabû. Her ciwanê Kurd, kesê Kurd tepkî û helwest nîşan dan. Wê wextê her tişt ne rêxistinkirî bû, xwezayî bû. Her kes li gorî berpirsyariya xwe weke kesayet tepkî nîşan dan. Eynî wisa, roj ew roj e. Eger li Cizîrê, Botan û Kurdistanê jiyan tê tunekirin li milê din jiyan ew ê nabe. Ya bi hev re bibe an jî bi hev re nebe. Ji bo vê ew ê ber bi ku ve biçe, ez vê bêjim. Jixwe ew dayik Hanim anî ziman û rojane Mehmet Tunç jî daxive, tîne ziman. Ew însanê rûmet li ber xwe didin, şehîd bikevin jî dîsa ew xeta berxwedanê ew ê encamê bigire û îradeya Cizîra Botan her tim li ser piyan be.Ti nema. Belkî îro zivistan e, AKP hinekî zêde ji vê îstifade dike. Wê rojê me guhdar kir, Davutoglu digot ev bihar bihara bêçalakî be, PKK nikaribe tiştekî bike. Eh Davutoglu bila bibihîze, em hemû şahid in û bişopînin hela bihar çawa bê jiyîn. Hela ka bihar, bihara Kurdan be ya çi be, ew ê Davutoglu vê bibîne. Lê, ez dikarim vê bêjim gelê me ranezê, gelê me îradeya xwe bike yek li ser piyan be. Muheqeq li Cizîra Botan û Sûr xwedî derkeve. Bizanibe ku ev siyaseta dagirker AKP ti caran encam negire. Bêguman em ê bi ruhê Kobanê bi ser bikevin û encam bigirin.
We behsa sivîlên di bodrûma avahiyekê de derdora wan hatiye dorpêçkirin ku nikarin biçin nexweşxaneyê û ji ber vê jiyana xwe ji dest didin. Esas ev komkujiyek e di rastiya xwe de li ber çavên hemû cîhanê. Komkujiyek wisa aşkera tê kirin. Lê, helwestên raya giştî ya cîhanê, hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê, we behsa yên gelê Kurd kir têrê nake, ji bo têrê bike, divê çi bê kirin?
Mesele dema me li Mehmet Tunç guhdar dikir, digot ka ew doktorên sînornenas, ka rewşenbîr, siyasetmedar. Hinekî wijdanê civakê tabî muhîm e. Siyaseta navneteweyî weke modernîteya kapîtalîst em her tim dibêjin ku mirovahî kuştî ye. Em nebêjin hêviya ji mirovahiyê tune, wisa na. Lê, rastî li ber çavan e. Komkujî li ber çavên mirovahiyê tê jiyîn û li hember pêkanînê dinya bêdeng e. Niha ji Ewropa di çapemeniyê de siyasetmedarên Kurd dikin rojevê, civînê çêdikin, lê parlamenterên Amerîka, Ewropa yan jî Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropa biryarekê nikare bigire. An jî li ser dewleta Tirkiyeyê nikare zextekê bike. Yan jî nikare bêje di malekê de sivîl hene, têne qetilkirin derxin nexweşxaneyê yan jî tedawî bikin, yan jî naxwazin. Wijdanê wan ewqasî reş e, tepkî kêm in. Ji Tirkiye bêguman hinek hewldan hene, baş e, lê têrê nake. Lê, gerek civak û gelê Tirkiyeyê bizanibe ku eger îro li Cizîra Botan gelê Kurd bê qetilkirin, komkujî hebe, sibehê li Stenbolê Gezî û Taksîm çawa bû, hîn zêdetir li wir jî wê bibe. Çima? Erdogan dîktator e, faşîstek e. Kî were pêşiya wî li ber xwe bide, ew ê bixwaze tune bike. Îro gelê Kurd li ber xwe dide êrîşî ser gelê Kurd dike. Sibehê li Tirkiye aliyekî din, kesekî din, hêzeke din li ber xwe bide eynî ew zihniyeta faşîst wê biçe ser wan jî. Çare, her tim dubare dubare em tînin ziman; gelê Kurd li ber xwe dide, pêşengtiyê dike, di xeta berxwedanê de û civakê hişyar dike. Civak bi vê berxwedanê perwerde dibe, rastiya xwe dizane û dibîne. Rojek leztir giştî li Tirkiyeyê hemû hêzên li dijî faşîzmê û dijî AKP’ê weke eniyekê, weke hêzekê li dijî faşîzmê, hêzeke berxwedanê çêkin. Hêzek demokratîk çêkin. Li hemberî AKP’ê heqeten bikaribe li ber xwe bide. Mesele CHP çi dike? CHP çawa demokrat e, çawa dibêje ez çepgir im. Ewqas wekîlên Kurd di nava wan de hene, Kurd di nava AKP’ê de hene. Tabî ev bêwijdan û bêexlaq in. Heta AKP wan dide axaftin. Çima Kurd in ku xelkê bixapînin wan dide axaftin. Kesê Ensarîoglu ye çi ye, her roj didin axaftin weke kurmê darê kesek tune, her roj li ser çapemeniyê ew daxive. Yan jî Mîroglu û kesên din. Ne dengê van kesan, bila dengê kesên xwedî rûmet derkeve. Dengê vana bê wate, bê qîmet in û dewlet bi xwe ne. Vana desthilatdarî bi xwe ne. Ji bo vê ez dibêjim hemû gel û civaka Tirkiye û gelê Kurd li dijî faşîzma AKP’ê mil bidin hevdû weke eniyeke berxwedanê li dijî faşîzmê çêkin. Rêya demokrasî û azadî ew ê wisa bê vekirin. Derveyî vê ti şensê kesî tuneye. Erdogan rê nade kesî, Erdogan tê bîra we wexta Taksîm û Gezî jî digot biçin ser û tune bikin. Heqeten wisa kirin. Zarok kuştin. Çavên însanan kor kirin. 6 însan çavên wan kor bûn. Bi dehan însan hatin şehîdkirin. Di zindanê de hîna hene. Eynî zîhniyeta Erdogan îro li Cizîra Botan, li ser Kurdistanê, li ser Sûrê biryarê dide. Faşîzm e ango, ew ê vê bike. Lê tecrûbe heye û pêwîstî li ber çavan e. Ruhê Gezî û Cizîrê giştî berxwedan bibe yek li hemberî AKP’ê bikaribe li ber xwe bide.
Di berxwedana Kobanê de dema ku hatibû dorpêçkirin di nava Kurdan de ruhekî neteweyî pêş ket û hat avakirin. Îro di heman demê de ev rewş li Cizîra Botan jî tê jiyîn. Yanî Kurdên li çar parçeyan û dîasporayê, di vê mijarê de hikûmeta Başûrê Kurdistanê di nava bêdengiyekê de ye. Ew ruh û rola xwe ya neteweyî divê nelîzin?
Gelê me li ser piyan e tabî em nikarin tiştekî bêjin, lê hîn xurtir taybet ji bo Bakur dibêjim. Bakur hîn radîkal rabe ser xwe. 2006, 28’ê Adarê tê bîra min, gel rabû ser piyan, dewleta AKP’ê bêçare ma. Eger wisa nebe nabe. Lazim e Amed wisa rabe ser xwe. Rojeva Kurdistanê, Tirkiye û cîhanê Amed diyar bike. Kêleka navenda Amedê Sûr û giştî Cizîra Botan Amed rehet nebe. Pêwîstî ev e. Mesele derveyî vê li Rojava gelê me li ser piyan e ji bo Bakur. Yanî yek ruhê neteweyî bêguman heye û pêş dikeve. Em bêjin li Ewropa bi rojan û hefteyan e heqeten li ser piyan e, li hemû qadan li ser piyan, dimeşe, li ber deriyê hin saziyan hevdîtinan çêdikin. Başûr dîsa gelê me pêwîst e hîn bêtir li ser piyan be. Gelê me alîkariyek, hişyariyek heye, lê aliyê siyasî ev kêm e. Mesele niha li ser Bakur em nabêjin yek yan du çalakî siyasetek komkujî tê meşandin û heta niha bi sedan însanên sivîl hatin qetilkirin, nêzî 65 hatin şehîdkirin, ewqas jin hatin qetilkirin, ev însanên sivîl bûn. Navê vê komkujî ye. Lê, hema li kêleka wan Başûr em bêjin hikûmeta Başûr, serokê hikûmeta Başûr heye, parlamenterê hikûmeta Başûr heye ma der heqê vê komkujiyê de çi biryar girtin? Yan jî çi helwest diyar kirin, çi nerazîbûna xwe anîn ziman an jî çiqas gelê Kurd ji Bakur re bûn alîkar. Helwest û bêdengiya wan nebaş e tabî. Li kêleka wan li Cizîra Botan komkujî heye. Weke min anî ziman, 65 zarok ewqas jin, bi sedan sivîl tên qetilkirin. Ma ne pêwîstî serokê herêma Kurdistanê Mesud Barzanî bigire hemû hikûmet û siyasetmedar rabin ser piyan, nerazîbûna xwe bînin ziman. Dewleta Tirkiyeyê şermezar bikin, aliyê moral, manewî û neteweyî li cem gelê me yê Bakur bin. Bêdengiyek wisa heye. Ev nayê qebûlkirin tabî. Gelê me vê dibîne, gelê me li ser piyan e, gelê me yê Başûr bêguman destek, alîkarî û hezkirina wan ji berxwedana Bakur re heye. Lê, di jor de siyaset bêdeng e, îradeya wan kêm e û ne rast e. Halbûkî îro pirtir lazim e hemû îradeya neteweyî pêş bikeve. Çawa li ser Kobanê wisa bû û Kobanê encam girt, esas îro Cizîra Botan, Sûr jî wisa ye. Niha li Silopiya mêze bikin ma bajar maye, hemû bi erdê re kirine yek. Li Cizîrê mêze bikin xanî nemane, bi erdê re kirine yek. Li Sûr dîsa wisa, bi tang û topan lêdidin. Tenê cudatî di ku derê de ye, dinyê çavên xwe girtiye li ser Cizîra Botan, Sûrê. Em bêjin wijdan ranabe ser xwe, bêdengî heye. Hovîtî eynî hovîtiya li ser Kobanê hatiye meşandin e û rûmeta berxwedanê jî weke ya Kobanê li Cizîra Botan û Sûrê dewam dike. Lê, naxwazin hinek kes bibînin, ji bo vê di vê wateyê de berxwedan heye û êrîş hene. Pêwîstî di vir de jî ruhê neteweyî pêş bikeve li çar parçeyên Kurdistanê,derveyî welat. Tenê gelê Kurd na, siyasetmedarên wan, lê bêdengî heye û gelê Kurd vê dibîne. Mesela hikûmeta Başûr çiqas bêdeng e, şermezar jî nekir. Lê, em ji gelê xwe bawer in, bêguman ew ê li ser piyan e, radibe ser xwe. Îro li Rojava her roj li ser sînor e, li Başûr tepkî hene, derveyî welat hene, welat diherikin aliyê Cizîrê Botan. Hîn jî pêwîst e radîkal bifikirin, netirsin ji komkujî, mirin û şehadetê. Çiqas bitirsin AKP ew ê ewqas werin ser. Encax bi cesaret û ruhekî berxwedan ew gav bi AKP’ê bide avêtin.
Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan di civîna qeymeqaman de weke talîmat da wan, got dest dayne ser wesayîtên şaredariyan. Li gorî mewzûatê tevnegerin yanî derveyî mewzûata heyî tevbigirin. Ev yek nîşaneya çi ye?
Nîşane diyar e faşîst e, Erdogan faşîst e. Ji AKP’ê û Erdogan re li nîzam, qanûn gerîn safîtî ye. Ev nas nekirina wan e. Çi qanûn û çi nîzam. Erdogan her tişt e, împarator e, padîşah e. Çi qanûn û nîzam tunene. Parlamenter, serokwezîr, wezir ne girîng e çi dibêje ew dibe. Dibêje dest bavêje ser makîneyên şaredariyê dest datînin ser. Ji dozgeran re dibêje filan kesî bigire bavêje zindanê digire davêje zindanê. Jixwe ji qeymeqaman re dibêje, xwedî cesaret bin qanûnan bidin aliyekî tenê ewlekarî. Mane wê çi ye? Çiqas girtin, kuştin, komkujî pêwîst e bikin, ez li pişta we me û talîmat didim. Erdogan vê dibêje yanî di vir de nîzam, qanûn, hiqûq gerîn safîtiyeke mezin e. Nasnekirina AKP’ê û zihniyeta Erdogan e. Dinya lazim e vê bizanibe, em vê bi dinyê bidin fêmkirin ev çi durûtî, çi zîhniyetek faşîst e û gelê me vê nas bike. Gelê me ne lê bigere ku hîn siyaset çi bide me, rêya siyasetê ji me re vekiriye yan na? Ne vekiriye li ber çavan e. Yek kes Erdogan radibe, biryar dide û her tiştî dide aliyekî. Çi siyaset? Hinek kes dibêjin Kurd çima siyaseta demokratîk nakin. Ma Kurd kîjan siyaseta demokratîk bikin, ma rê, îmkan û zemîn heye. Tuneye. Esas hîn radîkal siyaseta xwe ya navxweyî bikin. Rê girtî ye. Bi yek îşaretê şaredariyê digire, yek îşaret dike bi sedan kesên hatine hilbijartin davêjin zindanê, yek biryar dide qeymeqam şaredariyê tune dike, yê din dikuje, binçav dike. Di vê rewşê siyaseta legal çawa ew ê bibe. Ji vê pirtir lazim ji îradeya xwe û siyaseta xwe gelê me bawer bike. Rastiya AKP’ê bibîne, yek kes bêje ez Kurd im, heta însan im. Ji vir şûn de hîn jî eger AKP nas nake yan jî bi şêwazekî bibe zemîna wan û alîkariya wan ne ev dinya qebûl dike ne jî axîret qebûl dike. Ne jî gelê Kurd û hereketa me van rojan weke kaxiza turnosol kî xwediyê çi helwestê ye ew ê ti caran neyê jibîrkirin. Para kê di vê komkujiyê de heye? Kê xizmeta vê komkujiyê kiriye? Kê li ber xwe daye? Ev hemû tişt tê zanîn. Hesabê van bêguman rojekê yek û yek wê bê xwestin. Her ciwanê Kurd taybet gelê Kurd ên li metrepolan dijî bizanibe û bibîne û bibihîze qanûn û nîzam tunene, wexta meseleya Kurd dikeve rojevê. Erdogan ji qeymeqaman re dibêje qanûnan bide aliyekî tenê ewlekariyê esas bigirin. Komkujî, çi pêwîst e bikin. Em jî dibêjin ey gelê Kurd, ey ciwanên Kurd qanûn û nîzaman bidin aliyekî, ji bo kesayet û rûmeta xwe xwedî derketin çi pêwîst e bikin. Tenê ne li Kurdistanê, li metrepolan bikin, bila li serê wan bibe agir, bila li wê derê bi rehetî nejîn. Her der bila bibe weke Sûr û Cizîr. Metrepol ji kîjan rojan re mane. Çi jiyan e li metrepolan, çi di destê we de heye li wê derê bikin. Roj ev roj e. Qanûn nemane ji bo gelê Kurd. Erdogan faşîst e, heta îradeya gelê Kurd tune neke û teslîm negire ji vê xwîn rijandin û xwîn mijandinê têr nabe. Rastî ev e.
Di van deman de hin hêzên Yekitiya Ewropayê ji Tirkiyeyê daxwaz dikin ku dîsa çareseriya pirsgirêka Kurd pêş bixîne. Di van şert û mercên heyî de çaraseriyek mimkûn e, yan jî çawa
dikare bibe ku çareseriyek pêş bikeve?
Yekitiya Ewropa gotiye bila agirbest hebe, dîsa bizivire rewşa muzakere û çareseriyê. Bi axaftin baş e, lê ne cidî ne. AKP dewleta Tirkiye jî hîn hewl dide ez ê endamê Yekitiya Ewropayê bim. Nîqaşên wan, hevdîtin û civînên wan hene. Yekitiya Ewropa biryar nade, nikare pêşiya vê komkujiyê bigire. Ne xwedî helwest e, durûtî ye. Dîsa berjewendiyên xwe yên siyasî, aborî, leşkerî di ser her tiştî re digire. Li ser exlaq, heqîqet, mafên mirovan, her tiştî re digire. Di vê navberê de jî agirbest hebe baş e. Muzakere hebe baş e. Axaftin baş e, lê ne cidî ne. Wexta ne cidî bin, AKP hêza xwe ji vir digire tabî. Mesele ewqas neheqî, komkujî, bajar, gund xerabkirin, şehîdgeh bombebarandin, zarok, jin qetil kirin. Eger Ewropa, Amerîka û siyaseta navneteweyî li ser AKP’ê zext hebûya û cidî bikira AKP nikarîbû ewqasî bikira. Hêza xwe ji vê bêdengî û dengê pir zeîf û hinek jî weke siyaseten tê gotin digire tabî AKP. Ji bo vê Yekitiya Ewropa çi gotiye pir gotiye ne muhîm e di nezera AKP’ê de, ji ber ku AKP wan cidî nagire. Jixwe ew bi xwe jî ne cidî ne. Bixwazin agirbestek bibe, rê û rêbazê wê heye û dikarin bikin. Ma hêza AKP ne her tişt e. Aliyê siyasî, dîplomatîk, aborî giraniyek bidin ser, ew ê AKP mecbûr bibe. Lê, di wê asta cidî de nabînim Yekitiya Ewropa, siyaseten dibêjin bibe baş e, nebe jî nebe ji bo wan ne derd e. Çare, dîsa heza me û gelê Kurd e. Yê din belkî hinek tiştan bandor dike. Em bi giştî tune bikin ne rast e. Lê, esas îrade û têkoşîna me ye. Ji vir şûn de agirbestek, muzakereyek çawa bibe ne diyar e. Ewqas komkujî, jin, zarok qetilkirin hîn jî berdewam dike û ew zihniyeta Erdogan her roj li dijî Kurdan ku bi dijminantî daxive dewam dike. Me cara din jî gotibû belkî ev şerê dawî û îradî ye bi AKP’ê re. Heta em pişta AKP’ê neşkînin, îradeya wan neşkînin û mecbûr nemînin ev pêvajo ew ê berdewam bike. Şer ew ê berdewam bike. Gelê Kurd bêguman gav paş de navêje, ne mimkûn e. Hereketa me gav paş de navêje, ne mimkûn e. Hele ji vir şûn de ewqas komkujî, neheqî, zilm em nikarin li ser vê razên, li ser vê rûnên. Hesabê van yek û yek bê xwestin. Cizîr, Botan, Sûr vala vala li ber xwe nade, encamên vê yên siyasî, leşkerî, exlaqî û jiyanî hebe. Hereketa me û gelê me bêguman hesabê vê ji AKP’ê bixwaze. Pêvajo ew ê hebe nebe di rojeva me de tiştekî wisa tuneye. Heta AKP rastiya Rêber Apo û azadiya Rêber Apo û çareserkirina meseleya Kurd qebûl neke û îtiraf neke, ji vir û şûn de weke çareserî û muzakere wisa bi hêsanî nebe. Ev ne karê lîstok e. Navê wê hevdîtin û muzakere be, lê dibin de hesabê şer û komkujî hebe û bê kirin. Heta niha wisa bû. Îro em di nava şerekî de ne. Em hewl didin xeta berxwedanê ji ber ku em mafdar in ew ê bi ser bikeve. AKP jî li ber xwe dide. Ya wan hatiye dubarekirin, her tim encam vala derketiye. 30-40 salan eynî tişt e. Lê, me her li ber xwe daye, me encam girtiye. Em ê dîsa encamê bigirin. Di rojevê de ti agirbest, muzakere tiştek tuneye. Di rojevê de her du hêz îrade hatine hemberî hev. Yek yê din bêbandor bihêle û îradeya wan bişkîne. Şerekî îdarî ye. Dewam dike. Belkî ji vir şûn de hîn jî geş bibe pêşeroj. Mesele rojên xeter me derbas kir esas. Zivistan û wekî din. Her roj ji bo me rojeke nû ye. Her roj ji bo AKP’ê hinekî din tunebûn e. Ev pêvajo ew ê dewam bike, bila AKP wisa ne rehet be. Hela ka AKP heta ku derê û çiqasî li ber xwe bide. Eger AKP heta bi aşkera li ber Rêber Apo negere, jî rîca neke, neyê rê û hesabê van komkujiyan nede ew ê ev pêvajo dewam bike. Em xwedî biryar in, xwedî îrade ne û em dikarin vê berxwedanê her roj hîn jî geştir bikin, berdewam bikin.
Daxuyaniya akademisyanan li Tirkiyeyê ya ku ‘em nabin hevparê vî sûcî’ li qada Tirkiyeyê û qada navneteweyî gelekî dengveda. Erdogan û hikûmeta AKP’ê çima ewqasî bi hêrs û kîneke mezin bi ser van akademîsyenan çûn?
Sedem bi zihniyetê girêdayî. Me got ya zihniyet faşîzma bê tehamul e. Her tişt yek, tek, ez. Yek deng, yek îrade her tişt bi zihniyetê ve girêdayî ye. Faşîzm derveyî xwe tiştekî qebûl nake, naxwaze bibîne û bibihîze. Ya herî baş û rast dibêje ez im. Min çi gotiye ez im. Hema bê fêmkirin û pêkanîn. Derveyî kî bêje sûc e, guneh e, şerm e. Akademisyenên Tirkiyeyê hinekî dengê xwe bilind kirin, îradeyek diyar kirin muhîm bû. Piranî gav paş de navêtin, hîn israr dikin di sekna xwe de. Tiştekî pîroz û muhîm e. Lê, lazim e ew jî xwe baş rêxistin bikin. Tenê bi vêya nesekinin, ev weke wijdanê civakê, weke dengê civakê, heqîqetê, îradeyek derxistin holê. Weke berpirsyarî helwesta xwe diyar kirin, ev baş bû. Lê, wisa ma. Îro em dibêjin yan jî dibînin hin hewldanên cuda cuda hene. Akademisyen, rewşenbîr xwe komî ser hev dikin, berê xwe didin Kurdistanê. Li hemberî AKP’ê xwedî helwest in, ev baş e, rûmet e jî lê, lazim e hîn zûtir û baştir xwe rêxistin bikin. AKP jî diyar e, AKP niha Erdogan li kêleka wî hevalê wî yê herî samîmî li dijî wî derkeve weke Sedam ew ê wî jî bide aliyekî. Ma Sedam çawa dikir kurê xwe, keça xwe, mirovê xwe wexta li dijî wî dihat tune nedikir? AKP û Erdogan jî wisa ye. Belkî îdam nake, lê ji aliyê siyasî ceza û tunekirinê eynî zihniyet e. Hêrsbûna wî li hemberî akademisyen û rewşenbîran ew e ku çima durûtiya wî, zilma wî, zihniyeta wî ya faşîzan derdixin holê, teşhîr dikin û qebûl nakin, li gorî wî yên herî xeter ew akademîsyen û rewşenbîr in.
Piştî du hefteyên din 17’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li hemberî Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ji 7’ê Nîsanê 2015’an vir ve têkiliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi her awayî hatiye qutkirin û tecrîdek giran li ser tê meşandin. Di vê rewşa niha de komplo hem li hemberî gelê Kurd hem jî li hemberî Rêberê Gelê Kurd bi çi awayî tê meşandin?
Komplo li ber çavan e. Mesele çaresernekirina pirsgirêka Kurd, rewşa Rêber Apo hîn li Îmralî ye, heta mirov dikare bêje rewşa Rojava, bi civîna Cenevre jî mirov dikare girêbide. Ev hemû tişt bi hev girêdayî ne. Rêber Apo ne tenê weke rêberê partiya me bû hate girtin. Rêber Apo li dijî modernîteya kapîtalîzmê xwedî paradîgmayek û jiyaneke nû bû, alternatîfek bû. Ji bo vê ne tenê komploya hundir, neteweyî ya navneteweyî bi hev re ew komplo pêşxistin. Esas dewam dike. Mesele îro li Bakur ewqas komkujî, êrîş, zihniyeta faşîzmê li hemberî gelê Kurd, em dîsa bêjin li Rojhilata Navîn meseleya Kurd çawa bê çareserkirin. Eger hêza wan têrê bikin weke Lozanê Kurdan bidin aliyekî û qebûl nekin. Vana hemû esas em çawa Rêber Apo bê bandor bihêlin yek û yek hesabên xwe karîbûna pêk bînin. Lê, ne wisa ye. Rêber Apo îro zindanê de ye, rast e. Lê, paradîgmaya wî dijî û bi ser dikeve. Weke Kobanê, weke Rojava îro xwedî îrade û statu ye. Weke gelê Kurd li ser piyan û ruhekî neteweyî pêş dikeve. Yan jî li Bakur dewleta Tirkiyeyê vir de û wir de dide nikare îradeya gelê me bişkîne û gelê me li ser piyan e. Komplo, berxwedan esas dewam dike. Çawa? Tabî em nikarin bêjin komplo zindî ye ku Rêber Apo û hereketa me bi her awayî tune bike. Komplo vala derket, em dikarin vê bêjin. Lê, cuda cuda weke siyasetek û têkoşînekê em bigirin dest heta Rêber Apo azad nebe, heta meseleya pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin ew ê komplo hebe. Komplo weke têkoşînekê di heman demê de mirov bigire dest. Li hemberî vê jî têkoşînek navneteweyî heye, li Rojhilata Navîn heye û yê ku ji wê re pêşengtiyê dike rejîma AKP’ê ye. Komplo heye. Eger Rêber Apo îro bikarîbûya rastûrast mudaxeleyî siyaseta Rojhilata Navîn bikira ez bawer im meseleya Rojava û Sûriyeyê cuda bûya jî. Hîn baştir bihata nîqaşkirin, hîn baştir ber bi çareseriyê ve biçûya. Lê, Rêber Apo çiqas bê bandor bihêlin, alozî ewqas pêş dikeve her kes li gorî wê dixwaze siyaseta xwe pêş bixîne. Yanî ne mane ye ji 7’ê Nîsanê vir de Rêber Apo di nava tecrîdeke giran de ye. Ne bê mane ye demek beriya vê du hevalên li cem Rêber Apo ji wir derxistin, sirgûn kirin. Ev hemû bêguman têkoşînek e, şêwazên komplo ne. Lê, ez dikarim vê bêjim em ber bi 15’ê Sibatê ve diçin gelê Kurd li ser piyan e. Wexta armanca vê komployê Rêber Apo derdest bikin û hereketa PKK’ê tune bikin, îradeya gelê Kurd teslîm bigirin û em li rewşa îro binêrin Rêber Apo bi paradîgmaya rêya mirovahiyê ronahî dike, paradîgmaya Rêber Apo li Rojhilata Navîn bi ser ketiye û encam girtiye, li Bakur gelê me li ser piyan e, îradeya gelê Kurd hîn xurt bûye, ev jî tê wê wateyê ku komplo encam negirtiye û ew ê nikaribe bigire. Lê, têkoşîn bi her awayî dewam e. Muhîm e gelê Kurd di kesayeta Rêber Apo de qedera xwe bibîne, azadiya xwe bibîne û li gorî vê rastiyê li dijî komplo xwedî helwest be û taybet jî salvegera komplo bike sedema serhildanên neteweyî, giştî, bênavber û hîn radîkal heta Cizîra Botan û Sûrê.