Gever li dijî êrîşan li ber xwe dide
Hêzên dewleat Tirk hewl dan xwe berdin nava taxên Geverê. Ev hewldana êrîşê ya hêzên dewleta Tirk bi berxwedana hêzên xweparastinê re hat şikandin.
Hêzên dewleat Tirk hewl dan xwe berdin nava taxên Geverê. Ev hewldana êrîşê ya hêzên dewleta Tirk bi berxwedana hêzên xweparastinê re hat şikandin.
Li navçeya Colemêrg Geverê, telek tîmên tevgera taybet û leşkeran bi maşînên zirxî duh bi şev êrîşî taxên Esentepe û Esenyûrtê kirin. Maşînên zirxî yên li gelek nuqteyên Kolana Îpekyolû bi cih bûn, bi çekên giran gule li bend ûperdeyên li taxê reşandin. Hêzên xweparastinê bersiv dan êrîşê.
Li navçeya ku dengê teqînan û çekan bilind bû, hêzên dewleta Tirk dema jê nehat bikevin nava taxê, ji neçarî vekişiyan.
Bi vekişîna hêzên dewletê re, hêzên xweparastinê heta danê sibehê nobed girtin.