Konferansa Tevgera Azadî ya Kerkûkê destpê kir

Konferansa Tevgera Azadî ya Herêma Kerkûkê bi dirûşma "Kerkûkê ji bo jiyana hevpar û xwerêveberiya demokratîk biryara xwe daye" destpê kir.

Konferansa Tevgera Azadî ya Herêma Kerkûkê îro saet di 09:00 de li salona Lubnanê bi tevlîbûna Hevserokên Tevgerê Mihemed Ebdullah û Şîlan Şakir, 150 delegeyên ji Kerkûk, Daqoq, Çemçemali Dûbiz û TekTekê destpê kir. Mêvanên Êzidî, Kakaî, Şîa û Ereb jî cihê xwe di konferansê de digirin.

Endamê Komîteya Amadekar Newzat Kerkûkî bal kişand ser girîngiya pêvajoya lidarketina konferansê. Kerkûkî da zanîn ku di konferansê de wê çareseriya krîzên li Başûrê Kurdistanê, pirsgirêkên komên etnîkî û olî yên li herêma Kerkûkê, jiyana hevpar û formula xwerêveberiya demokratîk werin nirxandin. 

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah jî di axaftina vekirinê ya konferansê de diyar kir, ew bawer dike wê di 1. Konferansa Herêma Kerkûkê de biryarên girîng werin stendin û bi projeya jiyana hevpar re jiyana nû bê avakirin, bi xwerêveberiyê re jî rewşa nediyar a bêstatuyiyê wê zelal bibe.