BI DÎMEN

Fermandarê YPS'ê Zagros, hevrêyên xwe yên jiyana xwe ji dest dan vegot

Fermandarê YPS'ê Zagros, bîranînên xwe yên bi hevrêyên xwe yên jiyana xwe ji dest da dane re vegot. Zagros diyar kir, hevrêyên wan xwe ji bo gel feda kirine û destnîşan kir, ku dewletê ti carî nekariye vîna berxwedanê bişikîne.

Fermandarê YPS'ê Zagros, bîranînên xwe yên bi hevrêyên xwe yên jiyana xwe ji dest da dane re vegot. Zagros diyar kir, hevrêyên wan xwe ji bo gel feda kirine û destnîşan kir, ku dewletê ti carî nekariye vîna berxwedanê bişikîne.

Her ciwaneke/î di êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî qadên xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dan, bi çîrokek xweser tên bîranîn.

Li Nisêbînê ku şerê bajêr ê mîna Kobanê lê qewimî, endamên YPS'ê yên bi çekên ferdî li hemberî tîmên tevgera taybet ên bi çekên giran êrîş dikirin li ber xwe dan. Li dû endamên YPS'ê yên di vê berxwedanê de jiyana xwe ji dest dan, çend bîranîn man.

Fermandarê YPS'ê Firat Zagros da xuyakirin, ku peykerên van ciwanên di nava berxwedana li dijî mêtîngeriyê de cih girtine, wê li erdnîgariya Kurdistanê werin çikandin û şervanên YPS'ê yên jiyana xwe ji dest dane, vegot...

MEDENÎ ORAK: JI BO PARASTINA ZAROKAN NOBED DIGIRT

Zagros diyar kir, ku bavê 8 zarokan Medenî Orak ê li Nisêbînê taxa xwe neterikand û li hemberî panzeran bedena xwe kir sîper, mîna kadroyê pêşeng ê PKK'ê Ferhat Kûrtay, bêyî bikeve nava endîşeya malbatê, bi biryardarî xaka xwe ji hêzên mêtînger parast.

Zagros ji bo Orak wiha axivî: "Medenî orak zewicî bû û bavê 8 zarokan bû. Ew bi xwe di nava siyaseta legal de bû. Lê belê di pêvajoya operasyonê qirkirina siyasî yên 'KCK' de neçar ma biçe Iraqê. Dûre vegeriya Nisêbînê. Hingî me xebatên YDG-H dimeşandin. Piştî ku dewletê êrîşên li hemberî gelê me zêde kir, me jî li atxan xwerêveberî ragihand. Ew jî mîna tevahiya gelê me yê welatparêz, hevalê Medenî jî li pişt xendek û bendan ji bo parastina zarokan nobed digirt. Dema hevalê Medenî sax bû, weke YPS em di pozîsyona êrîşê de nebûn. Me heta niha pozîsyona xwe ya parastinê xera nekir. Digot ku têkoşîn ji bo azadiya zarokên me ye. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe bi fedekarî têkoşiya. Haya dijmin ji vê biryardariya wî hebû û bi taybetî hedef girt û qetil kir.

Vegotina wî me xemgîn dike. Em bi bîranînên hevalên xwe re dijîn. Hevalê Medenî, Ferhat Kûrtay ê di girtîgehê de bedena xwe da ber agir tîne bîra me. Hevalê Ferhat Kûrtay jî zewicî bû, ji bo azadiya zarokên xwe bedena xwe da ber agir. Hevalê Medenî jî ji bo zarokên xwe û ji bo tevahiya zarokên gelê Kurd, ji bo jiyaneke azad canê xwe veda kir. Li dijî êrîşên bi çekên giran, tevî hevrê Bextiyar re bedena xwe kir sîper."

AVREŞ RIZGAR: JI BO XISARA AJOKAR BI MEHAN XEBITÎ

Zagros diyar kir ku endamê YPS'ê Avreş Rizgar jî di xebatên ciwanan ên legal de cih girt û pereyê bi keda xwe da hev, ji bo xebatên gel xerc kir. Zagros got, "Hevrê Avreş Rizgar hevrêyekî me bû ku nêrînên Rêber Apo ji xwe re kiribû çavkaniya jiyanê. Ez wî ji nava xebatên ciwanan nas dikim. Beriya çend salan dema em çûn bajarekî din, wesayîta em tê de bûn qeza kir û xisar li wesayîtê çêbû. Ji bo ajokarê me nebêje, 'Dema min ajokariya ciwanên Apoyî kir, wesayîta min qeza kir, min zerar dît', bêyî agahiya me bi mehan li metropolên Tirkiiyeyê xebitî û dema vegeriya pereyê xisara ajokar da. Dema ku ev yek jî, ji kesî re qalê nkir. Nêzîkatiya hevalê Rizgar mîna nêzîkatiya hevrê Hakî Karer a li şoreşê bû. Di nava gel de bi sekna xwe re gelekî jê dihat hezkirin.

Rojên destpêkê dema me li Nisêbînê xendek lê kirin, li Kolana Sakaryayê dijmin dor li me girt. Ji bo hevrêyên xwe bedena xwe kir sîper û ji bo zerar negihêje hevalan, têkoşiya. Dema jiyana xwe ji dest, rojnivîsa xwe ya li ser rojên bendan li dû xwe hişt. Di rojnivîsa xwe de jî dilsoziya xwe ya bi azadiya gelê Kurd nîşan dida.

MAHSÛM AKTAŞ: JIYANA WÎ JIYANA GERÎLA BÛ

Zagros ji bo endamê YPS'ê Mahsûm Aktaş ê jiyana xwe ji dest da got, "Hevalê Mahsûm Aktaş (Mazlûm) ti carî ji wezîfeyê venedigeriya. Bicihanîna her wezîfeyê ji xwe re re esas digirt. Yek bi yek pêdiviyên hevalan dinivîsand û tedarik dikir. Bi gotina 'tu dayika me ye' me henek li hev dikirin. Hevalekî bi rûmet bû ku ti carî ji wezîfeya xwe nedireviya. Berî şehîd bikeve bi gotina 'dijmin ket nava kolanê' û hişyarî da me. Yekser ber bi çepera xwe ve beziya. Taktîkên wî û sekna wî ya leşkerî mîna ku salên dûr û dirêj di nava gerîla de bû. Sekna wî sekna gerîla bû. Carna diçû malbata xwe ziyaret dikir. Li Taxa Şehîd Gelhat, di dema çalakiya li dijî dijmin de, bi guleya sekvan jiyana xwe ji dest da."

SEYÎT: DIXWEST ÎSLAMÊ BI AWAYÎ RAST BIJÎ

Zagors bîranîneke xwe ya bi endamê YPS'ê Seyît ê ji Mîdyatê hatibû, wiha parve kir:

"Hevrêyê me Seyît li gundekî Mîdyatê ji dayik bû û emrê xwe da têkoşînê. Sabotajvanê koma me bû. Bi eşq nêzî her tiştî dibû, bi rûkenî nêzî jiyanê dibû. Hevalê me yê ku sibehê berî her kesî hişyar dibû, derdor dida hev û çay datanî ser agir bû. Gelekî ji dîsîplînê hez dikir, ti carî dest ji kar bernedida. Dema ew bi wezîfeya xwe radibû, bi kesî re sohbet jî nedikir. Mirovekî gelekî dilsozê ola xwe bû. Dixwest bi awayekî rast ola xwe bijî. Li taxa Firatê tevî hevalên me şehîd ket. Hevalê me yê tenduristiyê hat got, 'Seyît şehîd ketiye'. Em ketin nava şoqê, ji ber ku qet mîna mirî xuya nedikir. Bi saetan ez li ser serê wî mam û min li wî temaşe kir. Min dikir nedikir bawer nedikir ku miriye."

AKÎF: NEXWEŞIYA WÎ HEBÛ, LÊ NEDIKIR BAHANE

Fermandarê YPS'ê Firat Zagros hevrêyên xwe yên jiyana xwe ji dest dan bi vî rengî vegot:

"Hevalê me Akîf jî ji Mîdyatê bû. Di nava xebatên destpêkê yên li Nisêbînê de cih girt. Me bi hev re benda destpêkê y a li Taxa Zeynelabîdîn danîn. Ji aliyê gel ve gelekî dihat hezkirin. Şehîdketina Rizgar gelekî bandor li wî kiribû. Timî digot, 'eger şehîd bikevim min li cem şehîd Rizgar veşêrin.' Ez gelekî hêrs dibûm, min jê re digot tu yê şehîd nekeve, tu çima bi vî rengî difikire. Ji min re got, 'Ez dizanim ez ê şehîd bikevim, binêre qet ji bîr neke min li cem Rizgar veşêrin'. Hevalekî nexweşiya xwe jî hebû, lê ev qet nekir bahane. Şehadeta wî di nava gel de rê li ber xemgîniyeke mezin vekir. Bi hezaran kes tevlî merasîma cenazeyê wî bû.

KEREM: HEWL DIDA HEVALÊ XWE RIZGAR BIKE

Hevrêyê me Kerem jî dema hewl dida hevalê Akîf ê li Kolana Şîrîn şehîd ket rizgar bike, şehîd ket. Hevrê Kerem bi sebir û nêrîna xwe dihat naskirin. Ji aliyê dijmin ve 7 caran hat binçavkirin, hat girtin. Li dijî planên tirsandinê, bi bêtirsî nêzîk dibû. Piştî ku ji zîndanê derket, vê carê bi biryarê xwe re tevlî eniya têkoşînê bû. Hîn bêhtir bi bawerî û bêtirs tevlî nava têkoşînê bû.

Şehadeta hevrê Rizgar û Seyît bandoreke mezin ciwanan kir. Piştî şehadeta wan bi sedan ciwanên nexwestin çeka wan li erdê bimîne tevlî têkoşînê bûn. Hemû heval û xizmên wan piştî wan têkoşîn mezin kirin."

Zagros di dawiya axaftina xwe de bang li tevahiya Kurdan kir ku tevlî berxwedanê bibin.

...