Bi hezaran kes ji bo şkandina dorpêç û êrîşên terora dewleta Tirk ya li ser navçeya Cizîr a Şirnexê, ji bo Meşa Botanê ya li Taxa Girê Mîra ya girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê kom bûn, di saetên sibehê de li ser Rêya Îpek ber bi navçeya Cizîr a Şirnexê ve ketin rê. Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan, Dîrayet Taşdemîr, Alîcan Unlu, Îbrahîm Ayhan, Nadir Yildirim, Demîr Çelîk, ESP, Partiya Şoreşger, rêxistinên Kedê, Hevşaredarên DBP’ê yên navçe û bajaran, Endamên Meclîa Dayikên Aştiyê û KJA jî di nav de bi hezaran kes heta gundê Kemîna meşiyan. Girse li pêşiya qereqola Jendermeyan ji aliyê hêzên dewletê ve hatin astengkirin.
Gelê ku bi biryardarî dest ji meşa xwe bernedan, li ser êrîşên hêzên dewleta Tirk detayên ku di berxwedana gel de derketin pêş wiha ne:
* Hêzên dewleta Tirk di tevahiya rojê de bi wesayîtên TOMA, Kîrpî, Ûral, Kobra, bi bombeyên gazê, ava şid, û dem bi dem bi guleyên rast êrîşî gel kirin.
* Li ser êrîşên hêzên dewleta Tirk beşeke girseyê belavî baxçeyan bûn, berxwedan belavî derdor kirin, beşek din jî bi kevirên ji derdor kom kirin ve li ser rê bend danîn.
* Girse rexmê hemû êrîşên dewletê di çalakiya xwe de bi biryardarî berxwedan kir û bi tilîlî û dirûşmeyan gavek jî şûn de navêt.
* Hêzên dewleta Tirk li hember berxwedana gel bi neçarî şûn de vegeriyan, daxwaza hevdîtinê ji wekîlên HDP’ê xwestin.
* Di hevdîtina de rêveberên dewletê ji wekîlan xwest ku girse şûn de vegerin, li ser gefa “Eger şûn de venegerin em ê hêzê bixwazin”, gel bi yek dengî “Çerxa Şoreşê” xwend. Dirûşmêyên herî derketin pêş bi vî awayî bûn; “Bijî Berxwedana Cizîrê”, “TC’ya Qatil Ji Kurdistanê Derkeve.”
* Kepçeya zirxî û TOMA’ya ku ji bo bendên li ser rê rakin hatin, ji aliyê bi hezaran welatiyên ku li derdora rê kom bûn demek dirêj dan ber keviran, ziyanek mezin gihişt TOMA’yê.
* Li ser rêya meşvanan, li ser wesayîtên zirxî yên hêzên dewleta Tirk sekvan hatin bicihkirin.
* Di êrîşê de 3 welatî ji ber kapsûla bombeyên gazê birîndar bûn, welatiyê bi navê Aslan Alî Çinar ê ku guleya bombeya gazê li bedena wî ket, qirîza dil derbas kir.
* Li ser berxwedana gel heta danê nîvroyê ya ku gav şûn de navêtin, wekîlên HDP’ê û hêzên dewleta Tirk cara duyemîn hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtina de serdarekî wiha got: “Li vir ji bilî me, ji derveyî fermanê me hêz hene.” Li ser vê jî heyeta HDP’ê jî wiha anî ziman: “Em dizanin ev çeteyana girêdayî hêza giladyoya qesrê ne.”
* Hêzên dewletê piştî teqwiyeya hêzê ji wan re hat xwestin cara duyemîn êrîşî gel bikin, li ser vê gel bend danîn û bersiva êrîşan da. Dayikên ku rexmê temenê xwe yên kal jî kevir dikişandin bal kişandin.
* Bi hezaran bombeyên gazê yên li hember gel hatin bikaranîn, di baxçeyan de dihatin binaxkirin û beşek din jî dîsa davêtin polîsan.
* Li ser vekişîna hêzên dewleta Tirk a piştî çend saetan, di nav gel de bi awayek “Dema moralê ye” bû mijara henekan.
* Êrîşên hêzên dewleta Tirk ya heta saetên şevê li hember berxwedana gel, bi neçarî vegeriya qerqola gundê Kêmîna.
* Girseya ku vegeriyan berxwedana kon, li derdora agirê ku pêxistin nirxandina tevahiya rojê kirin.
* Di dema ku polîsan bombeyên gazê bi zêdehî bikar anîn, bayê ku ji çiyayê Bagokê ve dihat û bandora gazê kem dikir, ji aliyê gel ve wek “Hevkariya berxwedana çiya” hat nirxandin.