Şahidê bûyerê: Her 3 jinên siyasetmedar hatin înfazkirin
Der barê roja ku sê jinên siyasetmedar Sêvê Demîr, Fatma Ûyar, Pakîze Nayir û ciwanê Kurd Îslam Atak ên li Silopiyayê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin de, agahiyên nû derketin holê.
Der barê roja ku sê jinên siyasetmedar Sêvê Demîr, Fatma Ûyar, Pakîze Nayir û ciwanê Kurd Îslam Atak ên li Silopiyayê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin de, agahiyên nû derketin holê.
Der barê roja ku sê jinên siyasetmedar Sêvê Demîr, Fatma Ûyar, Pakîze Nayir û ciwanê Kurd Îslam Atak ên li Silopiyayê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin de, agahiyên nû derketin holê.
Li navçeya Şirnex Silopiyayê, hêzên dewletê yên êrîşî berxwedana gel a xwerêveberiyê kirin, di 4'ê Çileyê de 3 jinên şoreşger Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demîr, Endama KJA'yê Fatma Uyar, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir û ciwanê bi navê Îslam Atak qetil kiribûn. Piştî bûyerê şahidan diyar kiribûn ku 3 jinên Kurd ên siyasetmedar hatine înfazkirin. Yek ji kesên şahidiya bûyerê kiriye Z.D. jî da zanîn ku bûyer înfaz e.
Z.D. diyar kir ku dema bûyer qewimiye ew nêzî wan bûye û dema 3 jinên siyasetmedar xwestine ji Taxa Karşiyakayê derbasî Taxa Ofîsê bibin ji aliyê tîmên taybet ve hatine gulebaran kirin û di gulebarana destpêkê de Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir jiyana xwe ji dest daye.
Z.D. bilêv kir ku di heman êrîşî de Sêvê Demîr û Fatma Ûyar jî birîndar bûne, her 2 siyasetmedarên jin çûne binê pira ku nêzîkê wan e û heya sibehê li wir xwe veşartine. Z.D. da zanîn ku danê sibehê tîmên taybet car din ber bi pirê ve gule reşandine û her 2 siyasetmedarên jin bi vî rengî hatine înfaz kirin.
'HER DU JINAN XWE SPARTIN BINÊ PIRÊ'
Z.D. bûyer bi van gotinan vegot: "Wê rojê li taxê bûn. Saet derdora 20.00'an bû. Hatin ba mizgefta li Taxa Karşiyakayê. Li serê Kolana Hunerê wesayîta polîsan hebû. Ji bo polîs wan nebîne daketin ber rûbarê. Piştre wesayîta zirxî ya tîpa kobra ya li ser rêya Îpekê gulebaran kir. Di destpêkê de teqînek çêbû. Piştre li ser hev wê derê gulebaran kirin. Di gulebarana destpêkê de yek ji wan jiyana xwe ji dest da. Her du jin jî birîndar bûn. Her du jinên birîndar xwe spartin binê pirê. Piştre gelek leşker û polîs hatin. Wesayîtên zirxî jî hatin."
'DANÊ SIBEHÊ CAREKE DIN GULEBARAN KIRIN'
Z.D. da zanîn ku polîs û leşker heya danê sibehê li herêmê sekinîne, ambûlans jî hatine cihê bûyerê lê li cem hêzên dewletê sekinîne. Z.D. got ku danê sibehê hêzên dewletê herêmê car din gulebaran kirin û wiha pê de çû: "Bi taybet ber bi pirê ve gulebaran xwe giran kirin. Piştre polîs, leşker û personelên tenduristiyê çûn cihê bûyerê. Destpêkê cenazeyên jinên ku jiyana xwe ji dest dane girtin. Min bihîst ku polîsek got 'Ev Pakîze Nayir e.' Piştre daketin binê pirê. Ji wir jî 3 cenazê derxistin. Du ji wan jin, yek jî zilam bû."