Rêxistina Yekîtiya Star a bajarê Hesekê ji bo serbest berdana siyasetmendara Kurd Zeyneb Celaliyan ya di girtîgeha hikûmeta Îranê de kampaniya imzeyan duh dan desptê kirin.
Pêngava berhevkirina îmzeyan duh li Navenda Çand û Huner a Xabûr a Hesekê hate destpê kir. Bi sedan jinên bajêr û endamên sazî û rêxistinan berê xwe dan navendê û îmzeyên xwe avêtin.
Li gorî endamên rêxistinê pêngava komkirina îmzeyan ji bo Zeyneb Celalyan wê hefteyekê dewam bike, li navend, sazî, meclîsên taxan, malan û dikanan û gundên derdoran bajêr were belavkirin.