Birîndarekî li Cizîrê ji ser hişê xwe çû, 4 birîndar bi mirinê re rû bi rû ne

Êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li hemberî avahiya ku 19 birîndar lê asê mane û 7 roj in li benda ambûlansê ne, dewam dikin. Tê gotin ji birîndaran Ferhat Karadûman ji ser hişê xwe çûye û 4 birîndarên rewşa wan giran e, bi mirinê re rû bi rû ne.

Êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li hemberî avahiya ku 19 birîndar lê asê mane û 7 roj in li benda ambûlansê ne, dewam dikin. Tê gotin ji birîndaran Ferhat Karadûman ji ser hişê xwe çûye û 4 birîndarên rewşa wan giran e, bi mirinê re rû bi rû ne. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz diyar kir, ku piştî hevdîtina parlamenterên HDP'yî bi Wezareta Karên Hundir re, ew ê careke din berê ambûlansê û ekîbên tenduristiyê bidin avahiyê.

ÊRÎŞÊN LI HEMBERÎ BIRÎNDARAN DEWAM DIKIN

Ji bo wergirtina 19 birîndar û rakirina 6 cenazeyên ji ber jêçûna xwînê jiyana xwe ji dest dan, ambûlansa Şaredariya Cizîrê û personelên tenduristiyê yên dilxwaz, hewl didin xwe bigihînin avahiyê lê belê her tên astengkirin. Tevî vê astengiyê hêzên dewleta Tirk bombeyan li herêmê dibarînin.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz da zanîn, ambûlanseke Şaredariya Cizîrê û 3 personelên tenduristiyê yên dilxwaz ên hatine wezîfedarkirin, amade ne biçin mala birîndar lê asê mane. Sariyildiz diyar kir, piştî hevdîtina Parlamenterên HDP'ê bi Wezareta Karên Hundir re ew ê careke din berê ambûlansê û ekîbên tenduristiyê bidin avahiyê.

4 BIRÎNDAR BI XETERIYA MIRINÊ RE RÛ BI RÛ NE

Sariyildiz da xuyakirin, ku her çend mala birîndar lê asê mane ji aliyê maşînên zirxî yên leşker û polîsan ve hatiye dorpêçkirin jî hînê mîna ku henekê xwe bikin rayedar dibêjin 'şer diqewime' û bi vê yekê re nahêlin ambûlans biçe avahiyê. Sariyildiz ragihand, ku bomberdûmana li hemberî avahiyê jî didome. Sariyildiz anî ziman ku di axaftina dawî ya bi birîndaran re jê re hatiye gotin; Ferhat Karadûman ê ji roviyên xwe birîndar bû niha ji ser hişê xwe çû ye û 4 birîndarên rewşa wan giran e, bi xeteriya mirinê re rû bi rû ne. Sariyildiz. got, "4 birîndar di her kêliyê de dikarin jiyana xwe ji dest bidin. Tê gotin ku li wê herêmê duh an jî îro leşkerekî jiyana xwe ji dest daye. Ne diyar e ku wî leşkerî li wir jiyana xwe ji dest dabe. Niha ji jêrzemînê mesaj tê, birîndarên li wê derê dibêjin, ji şibakeya jêrzemînê ew lingê leşkeran dibînin û heman li pêşberî wan maşîna zirxî heye. Ew der ji xwe di bin kontrola hêzên dewletê de ye. Tevahiya rojê bombe li avahiya zarok tê de ne barandin. Em dibêjin, 'Bila dayikên wan biçin bînin, bila mirovên dilxwaz biçin korîdora jiyanê vekin' lê bi zanebûn mîna ku henekê xwe bi me dikin, pêşî li me digirin. Karmendê li wê derê bi awayekî vekirî got, 'ez wezîr mezin nas nakim'. Niha rewş nebaş e. Ji bilî nalîna birîndaran deng ji jêrzemînê nayê."