Ambûlans ji aliyê tankê hat astengkirin

Çûyina ambûlansê ya ji bo wergirtina 19 birîndaran û 6 cenazeyên li bodrûma avahiyek li Taxa Cûdî ya navçeya Cizîrê ji aliyê tankek ku ji Cadeya Nisêbînê taxê topbaran dike hat astengkirin.

Çûyina ambûlans û ekîbên tenduristiyê yên girêdayî Şaredariya Cizîrê ji bo wergirtina birîndar û cenazeyên li bodrûma avahiyek li Taxa Cûdî ya navçeya Cizîra Şirnexê dîsa hat astengkirin.

Ambûlans ji aliyê tankek ku li Cadeya Nisêbînê hatiye bicihkirin û ji vir mala ku birîndar lê ne bomberdûman dike hat astengkirin, piştre bi wesayîtên zirxî re birin emniyetê. Ambûlans û ekîbên tenduristiyê piştre şandin nexweşxaneyê. Kolana mala ku birîndar lê ne jî ji aliyê bi dehan wesayîtên zirxî hatine dorpêçkirin.

Danê êvarî endamê Meclîsa DBP’ê Mehmet Yavûzer bi telefonê xwe gihandibû MedNûçe, û gotibû dewlet ev 6 roj in bi axaftina, “em nikarin ambûlansê bişînin ji ber pevçûnan naçe” hem wan hem jî raya giştî mijûl dike. Yavûzer da xuyakirin ku birîndar bi temamî sivîl in, diyar kiribû ku 5 birîndarên rewşa wan giran hene û ev 2 roj in birîndaran av venexwarine. Yavûzer her wiha destnîşan kiribû ku ji wesayitên zirxî yên mal dorpêç kirine dengê sirûda mehterê bilind dibe.