Berxwedêrên Botanê: Me dît ku em dikarin dorpêçê bişkînin

Berxwedêrên li dijî êrîşên qirkirinê yên li ser Kurdistanê ber bi Botanê dimeşin wiha gotin: “Me dît ku em dikarin dorpêçê bişkînin. Bi berxwedana xwe bi çendan caran me hêzên dewletê belav kir. Divê gelê me biherike vir.”

Li dijî êrîşên qirkirinê yên li ser Kurdistanê, gel li Taxa Girê Mîra ya Nisêbînê nobeda berxwedanê didomîne. Duh danê sibehê girseya ku ji bo şkandina dorpêçê û tedawîkirina birîndaran meşiya Cizîrê rastî êrîşa hêzên dewletê hatibû, lewre tevahî rojê pevçûn qewimîn. Seyran Geyîk diyar kir ku ji bo şkandina dorpêçê û birîndaran rakin nexweşxaneyê dimeşin, wiha dom kir: “Tevahî hêzên wan bi bombeyên gazê êrîşî me kirin, lê me jî bi keviran bersivand û bi keviran ê bi ser ketin em bûn, ne dijmin.”

Sûltan Aksoy bal kişand ser dorpêça dewletê ya li ser Kurdistanê, wiha got: “Ti hêz nikare me bisekinîne. Em ê heta dawî li pişt birîndar û ciwanên xwe bin.” Aksoy bi bîr xist ku bi salan e li ser gelê Kurd polîtîkaya zilmê dewam dike, destnîşan kir ku Kurd ne Kurdên berê ne û wê têkoşînê bidomînin. Aksoy got, “Her roj bi tankan topan bi ser me de bibarînin jî em ê li ber xwe bidin” û ragihand ku heta dawiyê wê meşa Botanê dewam bikin.

Meta Rûhat Aktaş ê li Cizîrê di nav birîndaran de cih digire, Sabîha Demîrel jî got birîndar tevahî ewladê wê ne. Demîrel anî ziman ku “wê van pêkanînan qebûl nekin” û got meş serketî ye. Sureyya Yilmaz jî da xuyakirin ku bi berxwedana duh dîtine ku dikarin dorpêçê bi berxwedanê bişkînin.

Zekiye Olmez diyar kir ku dewletê birîndar ji mirinê re berdaye, wiha axivî: “Em ê hevalên xwe yên birîndar ti carî tenê nehêlin. Li pêşiya meşa me bûn asteng. Dizanin ku canê me dişewitin, ji ber wê hewl didin bibin asteng, lê wê nikaribin.
Enver Erdogan bi bîr xist ku bi hezaran kes tevlî meşê bûne, destnîşan kir ku teqez wê dorpêçê bişkînin.

Abdî Yilmaz banga tevlîbûna berxwedanê li her kesî kir, ragihand ku bi çendan caran dijmin belav kirine, wiha dewam kir: “Gelê me berxwedanek muthiş raber kir. Dewlet zalim e. Îro nahêlin em birîndarên xwe bigirin. Dibêjin ‘em Misilman in’ ma kî derê wan Misilman e?” Yilmaz herî dawî ev bang li gelê Kurd kir: “Divê îro bi deh hezaran Kurd biherikin vir. Ji ber çi ewqasî bêdeng in. Bi sedan mirovên me hatin qetilkirin. Êdî kêr gihiştiye hestî, ne tenê gihiştiye, derbas jî kiriye. Divê gel rabe ser piyan.”