Nisêbînî di nava serma û seqemê de nobedê digirin: Ya mirin ya azadî!
Malbatên ji Eşîra Diderê yên li Nisêbînê dijîn diyar kirin, ew ê li dijî her şêwe êrîşên hêzên dewletê li ber xwe bidin û taxên xwe neterikînin.
Malbatên ji Eşîra Diderê yên li Nisêbînê dijîn diyar kirin, ew ê li dijî her şêwe êrîşên hêzên dewletê li ber xwe bidin û taxên xwe neterikînin.
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, li dijî 'qedexeya derketina derve' û dorpêçiyê, gel li tax û kolanên xwe nobedê digire. Endamên Eşîra Diderê ya ji 30 malbatan, ku di salên 1990'î de ji neçarî ji Botanê koçî Nisêbînê kirin anîn ziman, ku ew ê ji taxa xwe ya Firatê dernekevin û li hemberî her şêwe êrîşan ji 7 heta 70 salî ew li ber xwe didin.
AKÇÎN: SERÎTEWANDIN BÊNAMÛSÎ YE
Şêniyên taxê yên li dora agir nobedê li ber taxa xwe digirin, ji ANF'ê re axivîn.
Ahmet Akçîn da zanîn, ku li hemberî girtin, binçavkirin û zextan wan ji bo parastina qada xwe ya jiyanê ji neçarî xendek kolandine û got, "Bifikirin; dewlet bi hemû hêrsa xwe û bi tankan êrîşî we dike. Serîtewandina li ber van êrîşan bênamûsî ye. Kî dibe bila bibe, kî êrîşî qadên me yên jiyanê bikin, em ê xwe biparêzin."
KOÇBER: YA EM Ê BIMIRIN, YA JÎ EM Ê AZAD BIBIN
Hasan Koçer da xuyakirin ku wan di sala 1993'an de ji ber zexta dewletê ji gundê xwe koçî taxa Firat a Nisêbînê kirine û got, "Beriya 30 salan li Botanê me ji wan re gotin, 'em ê serî li ber zordariya we netewînin', lewma gundên me hatin şewitandin. Niha jî dixwazin me ji Nisêbînê derxînin. Lê weke gelê li vê derê dijî, weke Eşîra Dierê em ê serî li dewletê netewînin. Ji zarokan heta estiyaran em ê li ber xwe bidin. Ji aliyê aboriyê ve jî ti pêwîstiya me bi dewletê re nîne. Divê zanibin ku em ê xaka xwe neterikînin. Êdî Kurd wê ji wan re koledariyê nekin. Ya em ê li vê derê bimirin ya jî em ê li ser xaka xwe bi awayekî azad bijîn."
AKÇÎN: EM Ê JI HEV VENEQETIN
Mehmet Akçîn anî ziman ku li herêma wan jinên ducanî hatin qetilkirin, lê ew berxwedana xwe hînê didomînin û got, "Eger mafê jiyanê nedin me ya em ê bibin esîr û koledariyê ji wan re bikin, yan jî em ê li ber xwe bidin. Eger em li hemberî vê helwesta wehşî ya dewletê li ber xwe nedin, wê me hemûyan li her derê belav bikin. Weke Eşîra Diderê me bi hezaran salan li çiyayên Kurdistanê koçertî kir, dûre em li Hezexê bi cih bûn. Piştre li Nisêbînê em bi hev jiyan. Ji niha û pê ve soz; li vê xakê wê xwîna me birije, lê em ê xwe, çand, ziman û kevneşopiyên xwe biparêzin."