Gelê ku ji bo şikandina dorpêç û terora dewleta Tirk ên ji navçeya Şirnex û şaredariyên wê ber bi Şirnexê ve ketin rê û ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve rê nehat dayîn, vegeriyan Şaredariya Gundikê Melê dest bi berxwedana nobedê kirin. Li ser astengkirina meşê, gelê ku vegeriyan Gundikê Melê, li cihê ku kon lê hat danîn daxuyaniya çapemeniyê da.
Li ser navê girseyê Rêveberê DBP’ê yê bajarê Şirnex Îsmaîl Erk bal kişand ser êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li Sûr, Cizîr û Silopiyayê, qetlîamên dewleta Tirk ên li hember sivîlan şermezar kir. Erk diyar kir ku cîhan tev li hember qetlîaman bêdeng in. Erk wiha anî ziman: “Sedemên ku ji destpêkê Ewropa û hemû cîhan li hember van qetlîaman bêdeng dimînin, têkiliyên wan ên bazirganî û berjewendiyên wan in. Lê bila cihan baş bizane; em weke gelê Kurd ti car li hember van qetlîaman stuyê xwe natewînin. Erk banga her kes xwedî li berxwedan gel derkeve kir, daxwaz kir ku ti kes li hember zilm û qetlîaman bêdeng nemîne.
Piştî wê mafê axaftinê Hevserokê HDP’ê yê navçeya Qilaban Mesût Paksoy girt, bi bîr xist ku di dorpêça Cizîrê de ji 28 sivîlên birîndar 6 kesan jiyana xwe ji dest da û yên din jî terkî mirinê hatine kirin. Paksoy anî ziman ku dengê ‘Hewarê’ ji Cizîr bilind dibe û got: “Em guh bidin vê hewarê.”
Li ser navê malbatên Roboskiyê Mercan Encû jî axivî û destnîşan kir ku qelîamên hikûmeta AKP’ê ji qelîama Roboskiyê baş dizanin û wiha got: “ Hikûmeta AKP’ê qatil e. Zarokên me qetil dike. Em li hember vê bêdeng nabin. Em weke malbatên Roboskiyê bang li hemû dayikên ku xwedî wijdan, xwedî li berxwedanê derkevin û pêşiya qetlîaman bigirin dikin.”
Ji dayikên Roboskiyê Helîme Encû jî diyar kir ku dayik ev 40 sal in reş girêdidin, berpirsiyarê vê dewleta Tirk e.