Birîndarên li avahiyê ku ev 2 roj in av bi destê wan nakeve, ava di binê depoyan de li lêvên xwe didin û hewl didin bijîn.
Êrîşa bi tank û topan a li hemberî 19 birîndarên li jêrzemîna avahiyek li Taxa Cûdî asê mane, di roja 7. de didome. Ji birîndarên ku rê nehat dayîn sewqî nexweşxaneyê bên kirin 6 kesan heta niha jiyana xwe ji dest dane. Rewşa birîndarên din jî kêlî bi kêlî nebaş dibe.
ÊRÎŞÊ HETA DANÊ SIBEHÊ DEWAM KIR
Ambûlanseke Şaredariya Cizîrê duh du caran çû taxê û hewl da birîndaran werbigire. Lê belê hêzên dewletê nehiştin. Hêzên dewleta Tirk, personelê tenduristiyê yê ji bo wergirtina birîndaran çû taxê, binçav kirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê. Piştî ku demekê li vir hat ragirtin, hat berdan.
Êrîşên dewleta Tirk ên bi tank û topan ên li hemberî vê avahiyê, ji duh û bi şev heta danê vê sibehê jî dewam kirin. Gelek maşînên zirxî yên li derdora avahiyê bi cih bûne jî car carna bi bombeavêj û çekên giran guleyan li avahiyê direşînin.
EV DU ROJ IN BIRÎNDAR TÎ NE
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî mesaja ji birîndaran jê re hat parve kir. Di mesajê de hat ragihandin ku birîndarên ev 2 roj in av bi destê wan nakeve, bi ava du meh in di depoya avê de ye lêvên xwe şil dikin û got, "Heval, hevalekî destekî wî saxlem e, lîtreyek ava ev du meh in li depoya parzînê de ye, derxist û bi vê avê, lêvên her kesî şil kir... Her kes dinale, nikare biaxive."