Hêzên dewleta Tirk dîsa ambûlans asteng kirin

Ambûlansa hewl dide xwe nêzî mala li Taxa Cûdî ya Cizîrê ku ev 6 roj in di bin êrîşê de birîndar li bendê ne, cara 4’emîn ji aliyê hêzên dewleta Tirk hat astengkirin.

Ambûlans û ekîbên tenduristiyê yên girêdayî Şaredariya Cizîrê ku hewld dide xwe bigihîne bodrûma li Taxa Cûdî ya ev 6 roj in 22 birîndar di bin êrîşan de li benda ambûlansê ne, careke din hat astengkirin. Li bodrûmê welatiyekî din ê birîndar jiyana xwe ji dest dabû û hejmara miriyan bibû 6, ambûlansa hat astengkirin beriya niha 3 carên din jî hatibû astengkirin. Her wiha tê gotin ku li derdora mala ku birîndar lê ne topbaran dewam dike.

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ragihandibû ku heta serê kolanê ambûlans û ekîbê tenduristiyê di bin agahiya rayedar û rêveberên emniyetê çûne, lê her carê wesayîtên zirxî malê gulebaran dikin, rengê ‘şer heye’ didin bûyerê û nahêlin ambûlans birîndaran bigirin.

Di daxuyaniya Sariyildiz a li ser hesabê Twîtterê de wiha hat gotin: “Ambûlansa ku em ji sibehê ve ev 3 car in dişînin, her digihêje serê kolanê, bi wesayîtên zirxî şerê dijwar tê afirandin.”