Li Cizîrê êrîşên hêzên dewleta Tirk dewam dikin

Li navçeya Cizîrê, agahî ji 23 birîndarên ev 6 roj in li benda ambûlansê ne nayê wergirtin. Li hemberî taxên Cûdî û Sûrê jî êrîşa bi tank û topan dewam dike.

Li navçeya Cizîrê, agahî ji 23 birîndarên ev 6 roj in li benda ambûlansê ne nayê wergirtin. Li hemberî taxên Cûdî û Sûrê jî êrîşa bi tank û topan dewam dike.

Li navçeya Cizîrê êrîşên hêzên dewletê ev 46 roj in dewam dikin. Ji 23 birîndarên ku li taxa Cûdiyê ev 6 roj in li benda ambulansê ne ji duh êvarê agahî nayê girtin. Polîs û leşker li taxên Dîcle û Şahê bi zorê dikevin malan û lêgerînê dikin. Hate hînbûn ku leşkeran malên li cadeya Kobanê ji xwe re kirine biryargeh. Li hemberî taxên Cûdî û Sûrê jî topebaran dewam dike.

Li aliyê din xebatkarê Şaredariya Cizîrê Kerem Ûçar û Nezîr Tîmûrtaş ên ku li taxa Cûdiyê duh ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin. Hatibû gotin ku Ûçar û Tîmûrtaş li emniyetê rastî îşkenceyê hatine.