Hêzên dewletê êrîşî wesayîta DÎHA'yê kirin
Hêzên dewleta Tirk êrîşî wesayîta DÎHA'ya ku girseya gel a diçe Cizîrê dişopîne, kirin. Di êrîşê de 2 kompûterên di wesayîtê de hatin şikandin û hin alavên teknîkî hatin dizîn.
Hêzên dewleta Tirk êrîşî wesayîta DÎHA'ya ku girseya gel a diçe Cizîrê dişopîne, kirin. Di êrîşê de 2 kompûterên di wesayîtê de hatin şikandin û hin alavên teknîkî hatin dizîn.
Êrîş û dorpêçiya li Cizîra Botan di roja 46. de ye. Hêzên dewleta Tirk ên li Girê Mîra êrîşî Meşvanên Botanê kirin, berê xwe dan wesayîta weşanê ya DÎHA'yê. Ji ber êrîşa bi bombeyên gazê nûçegihanên DÎHA'yê ji neçarî ji cem wesayîtê çûn. Hêzên dewletê êrîşî wesayîtê kirin.
Di êrîşê de 2 kompûterên di wesayîtê de hatin şikandin û hin alavên teknîkî hatin dizîn.