'Êrîşên hewayî dilsoziya me mezintir dike'

“Dewleta Tirk û hikûmeta AKP gelek ji tevgera me ditirse, ji bo wê jî ewqasî êrîşî me dike Lê, ev êrişên pêk tîne hevaltî û girêdanbûna me ya li hember jiyanê bi hêztir dike.”

Gerîlaya YJA Star ya bi navê Avend Şkefta di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla bûye. Gerîla Avend têkîldarî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên ku li hember qadên gerîla pêk tîne axivî û got; “Dewleta Tirk û hikûmeta AKP gelek ji tevgera me ditirse, ji bo wê jî ewqasî êrîşî me dike  Lê, ev êrişên pêk tîne hevaltî û girêdanbûna me ya li hember jiyanê bi hêztir dike.”

Gerîlaya YJA Star Avend li ser êrîşên hewayî yên dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne axivî û got; “Rastî ev e ku dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê ji hêza tevgera me ya azadiyê gihiştiyê ditirse û ketiye nava panîkê. Lê, ev êrîş encam nagirin. Berovajî hevaltî û girêdana me bi hêztir dike.”

GERÎLA ÇAVKANIYA XWE YA JIYANÊ JI RÊBER APO DIGIRE 

Avend di nava gotinên xwe de bal kişand ser êrişên hewayî yên Dewleta Tirk ku ji 24’ê Tirmehê ve bê navber li hember gerîla pêk tîne û wiha axivî; “Neyar ji bêçarebûna xwe êrîşeke topyekûn li ser gelê Kurd pêk tîne. Ji aliyekî de ji roja 24’ê Tirmehê ve bê navber bi balafirên xwe yên şer li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên hewayî pêk tîne. Ji aliyê din jî, li ser gelê me êrişên xwe yên ji derveyî mirovahiyê pêk tîne. Lê, hê jî rastî fêm nekiriye ku wê ti hêz nikaribe gerîla û gelê Kurd têk bibe. Gerîla çavkaniya xwe ya jiyanê ji Rêber APO digire. Gelê me yê bi rûmet jî xwe gihandiye wê zanabûnê ku bedel çi dibe bila bibe wê hebûna xwe û nasnameya xwe biparêzin.” Avend diyar kir ku êrişên pêktên wê nikaribe psîkolojiya wan xera bike û wiha berdewam dike; “Em kêlî bi kêlî xwe bi birdoziya Rêber APO perwerde dikin, hêvî û baweriya me jî gelek bi hêz e. Em neyarê xwe jî baş nas dikin.”

PKK’Ê HÊZEK BÊHEMPA YA MANEWIYATA MIROVAHIYÊ YE 

Gerîla Avend di berdewama gotinên xwe de bal kişand ser rastiya PKK’ê û wiha anî ziman; “Şert û merc çi dibe bila bibe ti tiştek li ser me bandor nake. Jixwe gava em beşdar bûn jî em di wê zanabûnê de bûn. Neyar tenê xwe dixapîne, ti tiştekî din nake. Ti tiştekî dike nikare li ser moral û coşa me ya jiyanê bandorê çêke. Belê PKK’ê hêzek bêhempa ya manewiyata mirovahiyê di kesayetiya me de ava kiriye.” Avend wiha dawî li gotinên xwe anî; “Dibe ku balafirên wan ên şer hebe û her roj jî li ser me êrîşan pêk bîne, lê wê ti carî nikaribin bi me. Ev çiyayên me cîh û warê me ye. Wê her tim me biparêzin. Em her roj plansaziya xwe ya jiyanê amade dikin û li gor wê jî jiyana xwe didin meşandin. Heta niha bi ti awayî li ser me bandor nedaye çêkirin, wê ji îro pê ve jî nede çêkirin. Bi rastî jî hêrsa me ya tolgirtin û hesapxwestinê zêdetir dibe. Ev hêrsa me jî wê bi xwe re serketineke bê dawî bîne.

...