Gel bi biryar in ku bimeşin Cizîrê

Meşvanên Botanê yên li dijî dorpêça terora dewleta Tirk a li ser Cizîrê ji Girê Mîra xwestin bimeşin Cizîrê û du caran rastî êrîşa hêzên dewleta Tirk jî hatin, bi berxwedana xwe êrîş vale derxistin.

Bi hezaran kesên ji herêmên cuda li dijî dorpêç û terora dewleta Tirk a li hember bajarên Kurdistanê, berxwedana nobeda li Girê Mîra didome saetên sibehê meşvanên Botanê ji bo bimeşin Cizîrê li gundê Kêmîna ji aliyê wesayîtên zirxî yên polîsên Tirk ve hat girtin. Berxwedana meşvanên Botanê ya li hember êrîşên hêzên dewleta Tirk ku paş ve venegeriya li ser Rêya Îpek bend danîn û berxwedana xwe didomînin.

Piştre wesayîtên zirxî yên ji Nisêbîn û Cizîrê ve hatin ku xwestin gel dorpêç bikin, cara duyemîn bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî gel kirin. Li hember vê êrîşê jî gel bi kevir û dirûşmên “Bijî Berxwedana Cizîrê” berxwedana xwe domandin. Hêzên dewleta Tirk ên ku li hember berxwedana gel xwe ranegirtin û bi neçarî şûn de vegeriyan.

Piştî demekê gel berxwedana xwe li ser Rêya Îpekê bi dirûşmên “TC’ya Qatil ji Kurdistanê derkeve” berdewam kir, bi tarîbûna şevê re ber bi Girê Mîra ya ku nobeda berxwedanê lê tê girtin ve meşiyan.

Meşvanên Botanê diyar kir ku wê sibehê dîsa ber bi Cizîrê ve bikevin meşê.