'Eger çarmixkirin neyê bidawîkirin Tirkiye wê bibe Sûriyeya duyemîn'

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê: Ewlekarî, tenduristî û azadiya Rêber Apo ji bo me Kurdan û şervanên azadiyê xeta sor e. Eger ev çarmixkirinê bi dawî nebe, wê Tirkiye bibe Sûriyeya duyemîn.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Bi salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo û gelê Kurd de, em hemû hêzên di nava komployê de cih girtine şermezar û lenet dikin. Di kesayetiya hemû hevalên bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' de bi çalakiyên fedayî rabûn û şehîd ketin em bejna xwe li ber hemû şehîdên azadiyê ditewînin û soza xwe ya tolhildanê dubare dikin."

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê bibîr xist, ku di ser komployê re 17 sal derbas bûne û got, "Hêzên komploker Îngilîstan, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, Îsraîl û hevkarên wan, di şexsê Rêber Apo de bi vê komployê re xwestin derba mirinê li gelê Kurd bidin ku careke din doza mafê xwe neke. Ev 17 salin di kesayetiya Rêber Apo de li hemberî gelê Kurd şerekî qirêj hatiye îlan kirin. Bi pergala Îmrali re vîna bi mîlyona Kurdan bi îşkenceyeke sîstematÎk re rû bi rû ye. 

EWLEKARÎ, TENDURISTÎ Û AZADIYA RÊBER APO XETA ME YA SOR E

Di van 17 salan de hemû hewldan ew bû ku vîna Rêber Apo bişikînin û teslîm bigirin. Lê belê Rêber APO ji bo vê komployê pûç bike û ev çarmixa Îmralî têk biçe, şerekî  bêhempa meşand. Her wiha bi sekna xwe ya bi rûmet û bi ramanê xwe re deriyekî jiyanê yê nû ji mirovahiyê re vekir. Îro jî faşîzma  AKP'ê bi heman armancê tecrîda li ser Rêber Apo ku ev 9 meh in giran kiriye û ewlehî û tenduristiya Rêber Apo xistiye nava metirsiyeke mezin. Ev 9 meh in têkiliya wî bi malbata wî re hatiye qutkirin û bi salane hevdîtina bi parezerên wî re hatiye rawestandin. Herî dawî girtiyên li wir jî bi awayekî korsanî veguhastin zîndaneke din û bi wan re jî hevdîtin qedexe kirin. Mirov dikare bêje komplo bi van kiryarên AKP'ê re ketiye qonaxeke nû û ev jî metirsyekî mezin e. Lê belê em dixwazin bidin diyarkirin ku eger ev rewş berdewam bike, ev tê wateya ku ev şer wê di asteke bilindtir de bimeşe û aloziya heyî wê li tevahiya Tirkiyeyê belav bibe. Her wiha eger kiryarên li dijî Rêber Apo dewam bikin wê şer jî têkeve qonaxeke nû û ti kes nikare pêşiya felaketeke mezin bigire. Lewma di serî de em rayedarên AKP û dewleta Tirk hişyar dikin  û dibêjin 'ewlehî, tendurstî û azadiya  Rêber Apo ji bo gelê Kurd û şervanên azadiyê xeta sor e, eger ev çarmix neyê hilweşandin, wê Tirkiye bibe Sûriyeya duyemîn û berpirsyarê vê jî AKP û Erdogan e."

JI GELÊ KURD RE

Daxuyaniya Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê bi vî rengî dewam kir:

"Ev 17 sal in Rêber Apo ji bo azadî û rûmeta gelê Kurd şerê rûmetê dimeşîne û hemû rengê îşkenceyê tehemûl dike.  Lê belê divê em baş bizanin ku îro ne tene Rêber Apo girtî ye, di kesayeta Rêber Apo de hemû Kurd girtîne, hemû Kurd di bin tecrîdeke giran de ne, hemû Kurd di bin gefa qirkirinê de ne. Şerê îro faşîzma AKP li Cizîr, li Sûr û li Silopiya dimeşîne, deh qatê wê  li Îmrali  dimeşîne. Ev 9 meh in em agahî ji Rêber Apo nagirin.  Her wiha di aliyê ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo de gelek gumanên me hene. Lewma divê em qiyametê rakin û wan li van kiryarên wan poşman bikin.  Di vê gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd li her derê bi çalakiyên xwe, bi helwestên xwe cîhanê bihejînin. Çawa di sala 1999'an de me cîhan hejand û em xwedî li Rêberê xwe derketin, divê em niha jî bi heman ruhî tekoşînê bilind bikin. 

JI ALÎGIRÊN AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ RE

Rêber APO ne tenê garantiya çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Di heman demê garantiya demokrasî û aştiya Tirkiyê ye. Ji bo pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk û aştiyane çareser bibe, Rêber APO fedekariyekî mezin di van 17 salan de raber kir. Ji bo yekitiya gelan û azadiya jinan, di derfetên herî zehmet de Îmrali kir meydana şerê heqîqetê. Banga me ew e ku eger hûn aştî û yekîtiya gelan dixwazin rêya wê di hilweşandina pergala Îmraliyê de derbas dibe. Werin em dest bidin hev û em Tirkiyeyê ji vî  sûcê mirovatiyê rizgar bikin.

JI DADGEHA MAFÊN MIROVAN A EWROPAYÊ Û CPT RE

Li hemberî van kiryarên li dijî mirovahiyê hemû cîhan û saziyên xwe dadwer dibînin rola 3 memyûnan dilîzin. Ji bo berjewendiyên xwe yên erzan vîna gelekî binpê dikin û ji nedîtî ve tên. Divê hemû cîhan bizane ku pergala Îmraliyê parçeyek ji girtîgeha Gûantanamo ye. Ev pergal pejirandin û bêdeng mayîn sûcê li dijî mirovatiyê ye. Di serî de Dageha Mafên Mirovan a Ewropa û CPT di ber vê rewşê de berpirsyar in. Lewma di destpêkê de em van saziyan û hemû saziyên mafên mirovan diparêzin dawetî berpirsyariyê dikin. Divê tavilê heyetê bişînin Îmraliyê û pêşî li van tawanên mirovahiyê bigirin. Her wiha di dawiyê de em dibêjin; Îro li Îmraliyê mirovatî tê çarmixkirin, pêwîste her kes xwedî li mirovatiyê derkevin."