Balafirên şer li ser Qendîlê digerin

Li ser herêma Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê balafirên şer ên Tirk digerin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, balafirên şer ên Tirk, ji saet 12:00 û pê ve li ser Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê digerin.

Hat ragihandin, balafirên şer heta niha bombe li ti cihî nebarandiye, lê tevgera hewayî hînê didome.

Balafirên şer ên Tirk danê sibehê saet di 04:00 de jî herêmên Garê û Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kiribûn.