Bayik: Nevxwendina PYD'ê ji bo Cenevreyê, şaşîtiyeke dîrokî ye
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir, ku nevxwendina PYD'ê ji bo civîna Cenevre-3, şaşîtiyeke dîrokî ye.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir, ku nevxwendina PYD'ê ji bo civîna Cenevre-3, şaşîtiyeke dîrokî ye.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir, ku nevxwendina PYD'ê ji bo civîna Cenevre-3, şaşîtiyeke dîrokî ye.
Bayik got, "Di rastiyê de beşdarnekirina PYD’ê tê wateya bicîhanîna daxwaziya yên hewl didin ku hevdîtinên Cenevreyê bi ser nekevin. Hevdîtinên Cenevreyê di rewşa ku PYD beşdar bûba de wê watedar û encamgir biba. Ti wateya hevdîtinên bêyî PYD’ê tine be, ti kes jî wê nekeve nava bendewariyê."
Bayik di gotara xwe ya li rojnameyên Azadiya Welat û Yenî Ozgur Polîtîka de mijar nirxand û got, "Em vê yekê vekirî bînin ziman ku ya wenda kir ne PYD ye, hevdîtinên Cenevreyê ne. Yên Cenevre amade kirine îmze avêtin şaşiyeke mezin."
'LI KOBANÊ AKP Û DAIŞ TÊK ÇÛNE'
Nivîsa Bayik bi vî rengî ye:
"Roja rizgariya Kobanê tê pîrozkirin. Berxwedana Kobanê hêzeke faşîst a mîna DAIŞ’ê ku cîhanê li dijî wê koalisyon ava kiribû, têk bir. Tevî ku ji çar aliyan ve Kobanê hat dorpêçkirin jî, bi awayekî fedaî li ber xwe da û yek ji serketinên herî watedar a mirovahiyê li dijî faşîzm û despotîzmê bi dest xist. Serokkomarê Tirk bi şêwazek gelekî ji xwe bawer got, 'Kobanê ha ket, ha dikeve', lê belê Kobanê berxwedana sedsalê nîşan da; tevî DAIŞ’ê destekvanê wê yê herî mezin hikûmeta AKP’ê jî bi têkçûnê re rûbirû hişt.
Kobanê tenê têkoşîna rizgariya bajarekî neda; li Kobanê di navebara hêzên azadîxwaz ên demokratîk û hêzên kevneperest û faşîst de têkoşineke bêhempa hat meşandin. Şerê li Kobanê hate dayîn ji bo bersiva ne tenê li Sûriyeyê li tevahiya Rojhilata Navîn ka wê demokrasî û azadî bi pêş bikeve, yan despotên faşîst wê hakim bibin bû. Hêzên azadîxwaz ên demokratîk di vî şerî de bi ser ketin. Ev di heman demê de hat wateya li Rojhilata Navîn serketina hêzên azadîxwaz û demokratîk. Êdî despotîzm û kevneperestî çiqasî biperpite bila be li Rojhilata Navîn wê hêzên demokrasîxwaz bi ser bikevin. Têkçûna DAIŞ û AKP’ê tê vê wateyê.
XETA RÊBER APO Û ŞEHÎDÊN ME TÊK NAÇE
AKP li bakurê Kurdistanê bi meşandina şerê ‘serîtewandinê’ yê li dijî gelê kurd dimeşînê dixwaze têkçûna xwe ya li Kobanê û Rojava telafî bike lê bêlê hewldaneke beyhûde ye. AKP hewl dide Tevgera Azadiya Kurd têk bibe û li Rojhilata Navîn polîtîka û têgihiştina AKP û DAIŞ’ê serdest bike lê belê di vê yekê de jî wê bi ser nekeve. Ji ber ku nirxên ku ruhê Kobanê afirand bi ser ket û careke din wê têk neçin.
Bi xêra Rêber Apo û şehîdên me têk naçe. Ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve bi tankan û topan bombekirina bajarên kurdan; tê wateya xwe bi xwe bombekirina sîstema komkujer a çandî. Bombekirina bi her top, tankê re têkçûna sîstema komkujer a çandî nêzîktir dibe. Çawa ku bi erdê re yek kirin a Kobanê re DAIŞ û hikûmeta AKP’ê di bin de man; di bin rûxandina Sûr, Cizîr, Silopiya, Kerboran û bajarên din de jî wê sîstema mêtînger a komkujer a çandî wê di bin wan de bimîne. Dîrok wê vê yekê binivîse. Divê gelê kurd, dostên wê û dijmin jî vê yekê wisa bizanin.
Berxwedana Kobanê li Rojhilata Navîn xeteke nû bilind kir. Ti hêz bi şûr, top û tankan nikarin li pêşiya ramaneke ku ji bêrîkirin û daxwaza civakê ya jiyana azad û demokratîk re bibe bersiv rawestin. Çawa ku ti hêzê nikaribû di dema derketin de li pêşiya ramana xiristiyanî, îslamiyetê, ronesans, reform û sosyalîzmê rawestin; bûn raman û bawariyên ku bersiv dan berîkirinên civaka serketî; di roja me de li Rojhilata Navîn rastiya ramanên Rêber Apo yên mîna neteweya demokratîk, xweseriya demokratîk û ramana civaka demokratîk û sîstembûna vê yekê wê bi ser bikeve. Ji xwe xet û banga nû ya ji bo mirovahiyê ku Rêber Apo pêk anî ji niha de bi ser ketiye. Paradîgmaya Rêber Apo ya li ser bingehê azadiya jinê, civaka ekolojîk û demokratîk ji Kurdistanê destpê kir û pêl bi pêl li Rojhilata Navîn belav dibe. Berxwedana Kobanê jî bû meşaleya vê paradîgmayê ya venamire.
LI KOBANÊ MIROVAHÎ BI SER KETIYE
Berxwedana Kobanê serketina bi hezaran milîtanên ku şer kirine. Berxwedana Kobanê bû serketina yên xwedî li xeta Rêbertiyê derdikevin û serketina bi milyaran mirov ên 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê îlan kir. Berxwedêrê Kobanê yên xwedî vê ramanê û berdevkê mirovahiyê yên li derdora vê ramanê civiyan bûn. Bûn pratîkvanên ruhê azadî û demokrasiyê. Bi hezaran berxwedêr bi hêz û moralê ji vê ramanê û hêza gel a li pişt vê yekê li ber xwe dan û bi ser ketin. Tevahiya mirovahiyê di şexsê Kobanê de dît ku li Rojhilata Navîn a dergûşa şaristaniyan e, ol û bawariyên mezin afirandine û li Rojhilata Navîn qêrîneke nû ya rizgariya mirovahiyê bi pêş ketiye û bersiv da vê bangê.
Li Kobanê ramaneke nû, paradîgmayeke nû û sîstembûna wê li dij sîstem û ramanên kevin serketin bi dest xist. Banga Rêber Apo li ser erdnîgariya vê şaristaniya manewî Rojhilata Navîn destpê kir û li tevahiya cîhanê deng veda. Serketin û berxwedana Kobanê bû îlana vê yekê.
Dema qala serketina berxwedana Kobanê bê kirin divê 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê û hemû mirovahiya rabû ser piyan, her wiha gelê bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ku pêşengî ji vê raperînê re kir û li Kobanê xwedî derket jî divê were bibîranîn. 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê, gelê bakurê Kurdistanê ku bi berxwedana mezin a 6, 7, 8’ê Cotmehê ev yek derxist lûtkeya herî bilind di wê rojê de serketina vê berxwedana Kobanê piştrast kir. Ji ber vê yekê ruhê berxwedana Kobanê, ruhê 6, 7, 8’ê Cotmehê yê li bakurê Kurdistanê bi gewde bû ji aliyê ti hêzan ve nikare werê têkbirin. Ruhê 6, 7, 8’ê Cotmehê ku Kobanê gihand serketinê wê têkoşîna azadiyê ya li bakurê Kurdistanê jî bigihîne serketinê.
NEVEXWENDINA PYD'Ê JI BO CENEVREYÊ
PYD’ê ne vexwendin hevdîtinên Cenevreyê. Ev dibe sedem ku hêna di serî de ev komcivîn têk biçe. Êdî hêvîkirina encameke ji vê civînê vala ye. Di rastiyê de beşdarnekirina PYD’ê tê wateya bicîhanîna daxwaziya yên hewl didin ku hevdîtinên Cenevreyê bi ser nekevin. Hevdîtinên Cenevreyê di rewşa ku PYD beşdar bûba de wê watedar û encamgir biba. Ti wateya hevdîtinên bêyî PYD’ê tine be, ti kes jî wê nekeve nava bendewariyê. Yên ev komcivîn organîze kirin bi bangnekirina PYD’ê re di serî de xwe bi xwe vala derxistin. Li dervehiştina tekane hêza ku karibe bihêle Cenevre cidî were girtin û encam were bidestxistin, tê wateya bêîradebûnê. Li Cenevreyê aliyê ku wê hêz û desteka moralê bida, nirx pê bida qezenckirin li derve hate hiştin. Xuya dibe ku yên
Cenevre amade kirin di mijara wê çawa encam ji vê civînê were girtin; dîplomasiyeke serketî wê çawa were kirin de, gelekî kêm û nebes mane.
Em vê yekê vekirî bînin ziman ku ya wenda kir ne PYD ye, hevdîtinên Cenevreyê ne. Yên Cenevre amade kirine îmze avêtin şaşiyeke mezin. Eger PYD cih bigirta ev yek ji bo hevdîtinên aştiyê yên ji bo Sûriyeyê wê bûba gaveke mezin. Hevdîtinên Cenevreyê wê li ser bingeheke civakî û polîtîk a encamgir rûnişta. Bi rejîma heyî ya rewatiya xwe nemaye û muxalefeta ku desteka wan a civakî tine ye re ji dayina hêzê ya ji bo çeteyên faşîst ên mîna DAIŞ û El Nûsra pê ve ne tiştekî din be. Yên xwestin PYD’ê li derve bihêlin ev bû; yên amade kirin jî ketin vê xefikê."