Cara duyemîn polîsên Tirk êrîşî meşa Botanê kirin

Meşvanên Botanê yên ji bo şikandina dorpêç û terora li ser Cizîrê dixwazin bimeşin navçeyê, cara duyemîn rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid hatin.

Meşvanên Botanê yên ji bo şikandina dorpêçî û terora dewleta Tirk a li ser Cizîrê ji taxa Girê Mîra ya navçeya Nisêbînê ketin ser rêya Cizîrê, lê li nêzî gundê Kemîna hatin sekinandin û rastî êrîşa hêzên dewletê hatin, berxwedana xwe didomînin.

Polîsên Tirk bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî kirin. Gel jî bi keviran bersiva dan û paşde venegeriyan.

Gel berxwedana xwe bi dirûşmên “Bijî berxwedana Cizîrê” û “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” dewam dike. 

Maşînên zirxî yên ji aliyê Nisêbîn û Cizîrê hatin, cara duyemîn êrîşî gel kirin. Berxwedana gel dewam dike.