Dayikên birîndaran jî di nav de 11 jinên ji bo wergirtina 15 birîndarên li jêrzemîna avahiyeke li Cizîrê asê mane û rastî êrîşa hêzên dewletê tên ketin ser rê, li kolana Nisêbînê ji aliyê maşînên zirxî û polîsên tevgera taybet ve hatin astengkirin. Hêzên çekdar ên dewleta Tirk jinên bi ala spî xwestin birîndaran werbigirin kirin binçavan û birin Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê.
Hediye Duşkun a di nava jinan de bû, ji ber ku di dema meşê de nasnameya wê ne li cem bû vegeriya avahiya şaredariyê. Jiyan Kuçuk, Esmer Tûnç, Gulê Yana, Zeynep Guler, Gazal Aydogan, Leyla Vesek, Hatîce Îşçî, Ayşe Guven, Lutfiye Dûymak û Elîf Çîçek ên hatin binçavkirin jî hînê li emniyetê tên ragirtin.
Li aliyê din, ji 15 birîndarên duh bi agahdariya rayedarên Wezareta Karên Hundir re hewl dan ji avahiyê derkevin û xwe bigihînin ambûlansê, lê rastî guleyên hêzên çekdar ên dewletê hatin, ev 22 saet in agahî ji wan nayê girtin.