BI DÎMEN

Nisêbînî: Em ê serî li ber neviyên Cengîzhan netewînin!

Nisêbîniyên tevî qedexeya derketina derve û dorpêçiyê jî tax û kolanên xwe neterikandin, bersiv dan biryar 'şer wê bidome' ya hikûmeta AKP'ê. Gelê Nisêbînê got, "Ev der Botan e, bi darbeya leşkerî re hûn nikarin me ji doza me ya mafdar vegerînin."

Nisêbîniyên tevî qedexeya derketina derve û dorpêçiyê jî tax û kolanên xwe neterikandin, bersiv dan biryar 'şer wê bidome' ya hikûmeta AKP'ê. Gelê Nisêbînê got, "Ev der Botan e, bi darbeya leşkerî re hûn nikarin me ji doza me ya mafdar vegerînin."

Li Nisêbînê, ji ber êrîşên li hemberî gel ên piştî ragihandina xwerêveberiyê destpê kirin, gelê navçeyê li 5 taxên cuda dest bi xweparastinê kir û li hemberî tank û topên artêşa Tirk ji bilî berxwedanê tiştek ti şensê xwe nema. Nisêbîniyan dan xuyakirin, ku ji ber topbarana ji tankan jinên ducaî, zarok û extiyaran jiyana xwe ji dest dan û gotin, "Leşker, polîs, siyasetmedarên biryara vê komkujiyê dan, wê li dadgehên navneteweyî werin darizandin. Em dizanin ev ji kevneşopiya Cengîzhan tên, lê eger berxwedan para me be, em jî ji duh ve amade ne."

Nisêbînî ji ANF'ê re axivîn...

'EV DER BOTAN E, SOND Û PEYMAN E EM Ê SERÎ NETEWÎNIN'

Fatma Akçîn: Li Nisêbînê 7 caran derketina derve hat qedexekirin û her heft caran jî me mal, kolan û taxa xwe neterikand. Bila Erdogan û çeteya wî vê baş bizanibin; ev der Nisêbîna rengîn e. ev der Botan e. Gelê Botanê wê heta dawiyê li ber xwe bide. Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê li vir li ber xwe bidin. Sond û peyman e; em ê serî netewînin. Ez ji çeteya qesrê ya ku jinên ducanî qetil dike re dibêjim; Erdogan digot 'vaye Kobanê têk diçe'. Binêre li Kobanê çi bi serê çeteyên te hat. Ciwanên leheng ên Kurd ew çeteyên te şand cehenemê. Li vê derê jî bi dayikên gerîla jî ma be, bi dayikên şehîdan jî ma be wê çeteyên te têk biçin. Bi qetilkirina mirovên sivîl re hûn nikarin xwe bigihînin cihekî. Ey Erdogan te ji bo Esad digot, 'kujerê gelê xwe qetil dike'. Çi bi xweşiya te diçe ku tu gelê Kurd qetil dike. Lê ev ê ji te re nemîne, ji ber ku gelê Kurd êdî zane bûye. Eger ji te hebe ku bi qetilkirinê re em ê ji doza xwe vegerin, hingî tu xwe dixapîne.

'BILA DAVÛTOGLÛ ZAROKÊ XWE BIŞÎNE JI ŞER RE'

Mutha Selvî: Banga min li Serokwezîr Davûtoglû ye; ev der Botan e. Weke gelê Botanê me li hemberî înkar û tinekirinê ya topyekûn serî hildan e. Gelo nayê bîra we? Di salên 1990'î de hûn bi JÎTEM'ê re hatin êrîşî me kirin, mirovên sivîl qetil kirin. Niha zarokên wî gelê sivîl li pişt xendekan nahêlin hûn bikevin nava taxan. Ey Davûtoglû; tu her roj di televîzyonan de gefên tê ber devê xwe dixwe, qaşo wê bê Kurdistanê. De were Nisêbînê. Her wiha, zarokên xizanan neşîne Nisêbînê, eger ji te tê tu zarokê xwe bişîne şer.

'EV DEWAMA CENGÎZHAN E'

Haci Sonmez: Li taxa Firatê gelek caran dorpêçî û qedexeya derketina derve hat îlankirin. Niha jî ji bo sivîlan qetil bikin, wê darbeya leşkerî bixin dewrê. Artêşa Tirk îro li pêş çavên tevahiya cîhanê komkujiyan dike. Wê hesabê van komkujiyan yek bi yek bide. Ev polîs û leşkerên operasyonan dimeşînin, ev kesên fermana qetilkirina zarokan didin, wê nikaribin birevin. Niha dixwazin gelê Kurd bi komkujiyê re çavtirsandî bikin. Di sedsala 21'an de em ji komkujiyeke dişibe ya Zîlan, Dêrsim û gelek komkujiyên din dijîn. Çawa ku îro Erdogan balê dikişîne ser komkujiya Dêrsimê, di rojên pêş de wê hin kesên din jî balê bikişînin ser van komkujiyên ji aliyê Erdogan ve hatine kirin. Bala xwe bidin dîrokê, dewleta Tirk di nava 100 salên dawî de bi dehan caran komkujî li dijî gelê Kurd kir. Hemû lîderên Tirk bi qetilkirina Kurdan re tên bîranîn. Ev bi emrê Xwedê jî bimirin ew ê ji darizandinê rizgar nebin. Êdî dem ne dema berê ye. Dibe ku Kurd berdêlan didin, lê belê ji bilî serketinê ti şensê xwe îne. Ji ber ku gelê Kurd mafdar e. Hêza kesî têrê nake gelekî rêxistinbûyî tine bike. Niha bi barbarî êrîşî dîrok, bajar û rêxistinbûyîna me dikin, lê ew ê nikaribin bi me. Mîna pêşiyê xwe Cengîzhan çi tê ber dişewitînin, xera dikin. Dîsa jî wê bi ser bikeve wê gelê Kurd be.

...