14 kedkarên tenduristiyê yên dildar ku endamên TTB û SES’ê ne û hewl didin bikevin Cizîrê ji bo 15 birîndar, 5 cenaze û 9 kesên di bodrûmek li Cizîrê ev 9 roj in asê mane wergirin û bibin nexweşxaneyê,ketin rê, di ketina Hezexê de hatin astengkirin. Kedkar bi hinceta destûra Walîtiya Şirnexê tineye hatin astengkirin bi daxuyaniyek çapemeniyê ve rewş protesto kirin.
Li ser navê kedkarên tenduristiyê Endama Rêveberiya Odeya Tabîbên Stenbolê Dr. Încîlay Erdogan axivî, diyar kir ku bi lezgînî divê korîdora mirovî bê vekirin û qedexe demildest bê rakirin, wiha got: “Li gor hiqûqa navneteweyî kedkarên tenduristiyê xwedî maf in ku bikevin qadên hatine qedexekirin. Lewre divê demildest destûra derbasbûyinê bê dayîn.”
Kedkaran li ser astengkirina leşkeran girtek girtin, di girtekê de wiha gotin: “Leşkeran bi devkî gotin ku Hezex ji saet 8.00’an ve ji tevahî ketinê sivîl re girtiye. Tevî çend caran ceribandinên me jî nehiştin em derbas bibin. Lê, dema destûra derbasbûyina wesayîtên din ên sivîl dan me dîsa ceriband, lê careke din destûr nedan.”
Kedkarên tenduristiyê yên li Hezexê hatin astengkirin ji bo ji ser Nisêbînê derbasî Cizîrê bibin, ber bi Midyadê ve ketin rê.